• DOLAR 32.487
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2431.709
  • ...
 "Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyaretinan çû welatên kendavê. Serokkomar Erdogan berî ku birêkeve li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê di derheqê rojeva derve de nirxandinan kir. Erdogan di nirxandina ku derheqê Mescîda Eqsayê kir de destnîşan kir 'Harema Şerîf namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ye.'

"Dinyaya Îslamê nikare ji rencandina rûmeta Mislimanan re bêdeng bimîne"

Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji wan êş û elemên ku li Sûrî, Iraq, Libya û Filistînê tên kişandin re her roj yeke nû tê zêdekirin ku ji vê yekê re Mescîda Eqsa mînak e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew bêperwaziya ku di van çend rojên dawî li hember Mescîda Eqsayê tên kirin alema Îslamê xemgîn û mehzûn dikin. Ew Harema Şerîf a li Qudsê ne tenê namûs û rûmeta Filistiniyan e; bi heman awayî namûs û rûmeta temamê alema Îslamê ya ku ji 1,7 milyaran pêk tê ye. Dinyaya Îslamê nikare ji rencandina rûmeta Mislimanan re bêdeng bimîne."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir