• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn ev çendakî ye ku rejîma terorê ya îşxalker a îsraîlê li Mescîda Eqsayê 3 xortên Misliman şehîd kir, têketina Mescîda Eqsayê asteng kir û dedektoran danî ber devê deriyê Mescîda Eqsayê. Ji ber van tiştên ku hatin kirin li gelek deran xwepêşan hatin lidarxistin. Ji van xwepêşanan yek jî li Diyarbekirê li ber devê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê hat tertîpkirin. Saziyên civakî yên siwîl ên ku beşdarî xwepêşanê bûn bertek û nerazîbûnên xwe anîn zimên.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li Mizgefta Mezin hat tertîpkirin bû ji ÎLKHAyê re derheqê mijarê de nirxandinan kir. Yapicioglu  ji wan astengkirin û şehîdkirinên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin bertek nîşan da û got 'Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye.'

 "Heta ku ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku hakimiyeta Mescîda Eqsayê ji destên Mislimanan derket re ruhê ummetê zêdetir winda bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew der Beytûl Maqdîs e û cihê mahşerê yer. Ew der cihê ku em ê cardin lê bivejin, rahên xwe berdin erdê û em ê lê katên xwe ber bi dûrahiyê ve dirêj bikin e. Ez bawer dikim ger Misliman li dora Qudsê werin bal hev û bibin yek û wê ji nû ve azad bikin ew ê wê rojê dîsa bibin ummet. Ew Mescîda Eqsaya ku wek Darûs-Selamê tê binavkirin û dora wê encax bi haimiyeta Îslamê dikarin cardin bibin xwediyê silametiyê.Piştî ku silametî û aştî hakimî wê derê bû re ez bawer dikim ew dinya aştiyê bibîne û mimkin e ku  temamê heremê û beldeyên Îslamê aştiyê nas bikin. Û ew çeteya siyonîst ji wê derê neyê avêtin ji tû kesî re rihetî tuneye. Divê hemû kes vê yekê wisa zanibe. Ger em wan ji paşve gav avêtinê re mecbûr nehêlin; ew ê gav bi gav pêşve biçin, ew ê bikevin nav mahrema me. Vaye ew Harema Şerîf a sêyemînî Mesîcda Eqsa di bin wan postal û potînên siyonîstên pîs û gemar de tê lewitandin. . Ger em wan ji paşve gav avêtinê re mecbûr nehêlin; ew ê gav bi gav pêşve biçin. Riya bi paşvexistinê jî weke ku me got ji nû ve yekbûn û digelhevbûna ummetê ye."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir