• DOLAR 32.352
  • EURO 35.139
  • ALTIN 2308.306
  • ...
Siyonîstan 3 Mislimanên din jî qetil kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn siyonîstên îşxalker di wan rojên borî de deriyên Mescîda Eqsayê girtibûn û 3 Mislimanên Filîstînî di hewşa Mescîda Eqsayê de şehîd kiribûn. Doh Filîstiniyên ku xwestin siyonîstan protesto bikin piştî nimêja înê li hev civiyan û xwepêşan li dar xistin.

Siyonîstên îşxalker êrîşî pêşandarên Filîstînî kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 3 Mislimanên din jî şehîd bûn û bi sedam Misliman jî birîndar bûn.

Li gor daneyên Navenda Enfermasyonê ya Filîstînê li herema Resûl-Amûd cihûyekî nîşangir ji ser banê xanî di xortekî de berdaye û wî şehîd kiriye. Her wiha li Herema Er-Tûra Qudsê di êrîşên ku li Filistiniyan hatin kirin de Mislimanekî bi navê Muhammed Ebû Xanam giran birîndar bû. Xanamê ku giran birîndar bû li nexweşxanê şehîd bû.Li gor daxuyaniya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê daye xortê bi navê Muhammed Lafî(18) yê bi şikleke wek giran birîdar ji xestê re hatibû anîn li nexweşxanê şehîd bûye.

Teşkîlata Heyva Sor a Filîstînê diyar kir heta niha nêzî 391 kesên birîndar ji wan re hatiye anîn û wan 41 birîndar neqlî nexweşxaneyên din kirine. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine wergirtin hejmera birîndaran zêdetir e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir