• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji HUDA PARê ji ummeta Îslamê re banga yekîtiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temelê ku ji bo ziyaretinan hat  Bidlîsê  derheqê mijarên girîn de nirxandinan kir. Temelê ku li teşîkîlata bajêr di semînerê de nirxandinan kir rewşa Mislimanan a ku tê de di bîran xist û wiha li axavtina xwe zêde kir: " Sedemeke tenê ya ku Quds di vê halê de ye heye ku ew jî belavbûna ku ji ber îxtîlafên di naveyna Mislimanan de ye.Ji ber dijmintî, îxtîlaf û şîkakê Mescîda Eqsa, Quds û Filistîn îro ketin vî halî û wisa xuya dike ku ew ê xirabtir  bibe. Ger em wek Mislimanan xwe zû nedin hev û demildest çareyekê ji vî karê nebînin  em ê ji rojên bi êş û xirabtir re şahîdiyê bikin. Ji ber vê yekê ji vê derê ez ji ummeta Îslamê re feryad û fîxanê dikim. JI bo riza Xwedê dev ji wan îxtîlafên bêmane û befeyde berdin. Ew meseleyên ku ew ji bo xwe meseleyên eslî dibînin di rastiyê de meseleyên talî ne. Dev ji van berdin û berê xwe bidin meseleyên esil. Tiştên ku dê wan bîne bal hev qaîdeyên esas ên muqaddes ên Qur'an û Îslamê ne. Em li dora van qaîdeyan de biratiya xwe bihêztir û bi qeewettir bikin.  Em hewil bidin digel hev vê agirê ku pêketiye bitefînin. Naxwe ew ê sibe dereng bibe. Ew azaba axretî jî dê dijwartir û zehmettir bibe."

Temel di berdewama axavtina xwe de derheqê wan mehkûmên ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatine girtin de destnîşan kir bi salan girtina van mehkûman ji zilmê pê ve ne tû tişt e.

 "Guh bidin vê feryada birayên xwe"

Temel derheqê mehkûmê nexweşx ê bi navê Şeyhmus Alpsoyê ku heftiye borî destên wî kelepçekirî wî biribûn ameliyatê de wisa got: " Ji kî tê bila were, em li dîmena giştî dinêrin. Jî kî tê bila bê, em li dijî zilmê disekinin. Ger bê edaletî be em li dijî bêedaletiyê disekinin. Em edaletê dixwazin. Ev birayên me dikin feryad û fîxan, dibêjin 'em edaletê dixwazin.' Piştî 15ê Tîrmehê şert û merc guherîn. Bi ya me ew kesên ku heta doh digotin 'em ne muqtedîr in' îro xwediyê hêz û qewetê ne. Naxwe bila guh bidin van birayên me. Birayekî me di zindanê de ye û zêdekî zêde nexweş e. Xweda mihafeze bike ger sibe cinazeya wî birayê me ji wir derkeve ew ê ev yek wek webal bikeve stûyê wan kesên ku wî di wir de digrin. Xweda him dê li dinyayê û him jî ew ê li axretê hesaba vê yekê bipirse. Naxwe divê ev feryad bê bihîstin.  Li destên van birayên me kelepçe lêxistin dijwartirbûna zilmê ye. Lê belê bi salan van însanan di zindanan de girtin û wan ji temamê heqên mehrûm hiştin ji zilmê pê ve ne tû tişt e."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir