• DOLAR 32.567
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2436.218
  • ...
Ji Platforma Qudsa Azad banga 'Ji Siyonîzmê re Îna Xezebê'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê Herema Rojhilat û Başûrêrojhilat ê Platforma Qudsa Azad  Fîkrî Karavîl derheqê wan cinayetên ku ji teref siyonîstan ve li Mescîda Eqsayê tên kirin û derheqê astengkirina nimêja înê û kuştina 3 Mislimanan a di hewşa Mescîda Eqsayê de daxuyaniye da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de bang li xelkê  hat kirin da ku beşdarî xwepêşana ''Ji Siyonîzmê re Îna Xezebê' ya ku ew ê 21 Tîrmehê roja înê bê kirin bibin.

"Kesên ku vê cesaretê didin siyonîstan, Misliman bi xwe ne"

Karavîl di daxuyaniya nivîskî ya ku belav kir de qala wehşet û zilm û her wiha hovîtiya siyonîstan ên ku li  Mescîda Eqsayê dikin hat kirin û dû re wiha got: " Ev bûyera herî dawî nîşaneya wan gavên ku dê dirêjtir bên avêtin e. Di ya rastiyê de îsraîl di pey her gavî de ji sistbûn û bêdengiya ummetê cesaret sitand.Kesên ku vê cesaretê didin wî Misliman bi xwe ne. Lewra ummet di nav ew qas xeflet û tefrîkayan de ye ku  xîret nake wê wehşeta îsraîl ya li kêleka xwe bibînin û dikevin nava bêdengiya mirinê. Heta ku ev bêdengî berdewam bike, divê neyê jibîrkirin ew ê Mescîda Eqsayê bi temamî bê îşxalkirin. Ji ber vê yekê  em bawer dikin temamê Mislimanan pêwîst e ku ji vê yekê re bertek nîşan bidin. Em wek Platforma Qudsa Azad roja înê bang li temamê endam û saziyên xwe dikin da ku li 81 bajêran xwepêşana 'Ji Siyonîzmê re Îna Xezebê' tertîp bikin û her wiha em bang li temamê Mislimanan dikin da ku roja înê beşdarî xwepêşanê bibin û li dijî siyonîzmê berteka xwe nîşan bidin. Em ê bi vê wesîlê roja înê 21ê Tîrmehê piştî nimêj înê li ber Mizgefta Mezin daxuyaniya çapemeniyê bidin. Em bang li xelkê xwe dikin da ku beşdarî vê bernamê bibin."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir