• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji HUDA PARê bangewaziya Mescîda Eqsayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn rejîma îşxalker a siyonîst berî vê çend rojan têketin  û derketina Mescîda Eqsayê girtibû û li Mescîda Eqsayê kirina nimêja Înê asteng kiribû û her wiha di hewşa Mescîda Eqsayê de 3 ciwanên Filistînî şehîd kiribû. 

Ji ber van sedema  ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyaniyek hat weşandin. Di daxuyaniya ku hat weşandin de  kiryarên îsraîlê siyonîst hatin telînkirin û bang li temamê Mislimanan hat kirin da ku li dijî bidestxistina temamê Mescîda Eqsayê û li ser temamê Qudsê bûyîna xwediyê gotinê ya îsraîla sîyonîst û îşxalker bêdeng neyê mayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de girtina Mescîda Eqsayê, şehîdkirina Mislimanên Filistînî û li ber têketina Mescîda Eqsayê danîna dedektoran di bîra hat xistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber qerara rejîma îşxalker a siyonîst a ku ji xwe re îhlalkirina heqên însanî û binpêkirina hiqûqa navneteweyî kiriye adet,  heftiya borî roja înê birayên me yên Misliman nimêjên xwe ji dêla ku di Mescîda Eqsayê de bikin li ber sûrên bajêra kevin eda kirin. Em wê îsraîla ku  heq û hiqûqê nas nake, hemû cûr zilman li birayên me yên Mislimana dike, bi Îslamê re dijminantiyê dike û  her tim êrîşî nirxên Îslamî dike  ji ber qerarên ku standine telîn dikin û lenetê lê tînin."

Rejîma îşxalê hewil dide Mescîda Eqsayê bi dest bixe û li ser temamê Qudsê bûbe xwediyê gotinê

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin teşebûsa herî dawî ya îsraîla îşxalker gav bi gav bi dest xistine Mescîda Eqsayê û li ser temamê Qudsê bûyîna xwediyê gotinê ye. Dû re wiha li daxuyaniya hat zêdekirin: " Ji ber qerara rejîma îşxalker piştî 48 salan cara ewil li Mescîda Eqsayê nimêja înê nehatiye edakirin. Ev jî ne bes e bû, rejîma îşxalker dedektor danîn li ber têketina Mescîda Eqsayê û şerta lêgerîna li ser Mislimanên ku ji bo îbadetên tên mizgeftê  û tabutên ku ji bo nimêja cinazê tên anîn anî. Polêsên rejîma îşxalker heta melayê gund hemû kesî ji Mescîda Eqsayê derxist û dest danî li ser telefonên dergevanên dildar ên Mescîda Eqsayê. Qetilkirina Mislimanan û ew qerarên ku bi hinceta ewlehiyê tên dayîn û pê îbadet û taatên Mislimanan tên astengkirin  hewildana bidestxistina Mescîda Eqsayê û li ser temamê Qudsê bûyîna xwediyê gotinê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ew ê rejîma îşxalker piştî demekê Mislimanan bi temametî ji Mescîda Eqsayê meni' bike û wiha hat gotin: "Em bang li  temamê Mislimanên cîhanê dikin da ku dengê xwe  li dijî  sepan û zextên îsraîla siyonîst bilind bikin û jê re bertek nîşan bidin."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir