• DOLAR 32.478
  • EURO 34.942
  • ALTIN 2428.724
  • ...
Divê dosya Başûrê Rojhilat a FETO bê vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Goktaş   di nivîsa xwe ya îro ya Dogru Haberê de  diyar kir FETO li hember Kurdên dîndar û camiaya Hîzbullah bi şikleke eşkere  û bêwiojdan şer daye meşandin  û dû re destnîşan divê ji bo FETO dosyeke nû û cîddî ya Başûrê Rojhilat bê vekirin û  mesela FETO ger bes tenê bi darbeya 15ê Tirmehê ve were bidestxistin ev yek  xeletî ye.

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir FETO heta çend sal berê jî di serî de bi îktîdar û derdora îktîdarê bi gelek hêlan re bê problem hebûna xwe berdewam dikir, îşê xwe dimeşandin û ber bi hedefa xwe ve diçû û dû re wiha got: "Ji xeynî Başûrê Rojhilat, Kurdên dîndar û Cemaeta Hîzbûllah. Wek me got FETO bi herkesî re bê problem bû, bi her kesî re xweş dida û distand. Feqet ji wan kesên ku me navê wan li jorê got re yanê bi Kurdên dîndar û Cemaeta Hîzbûllah re dijminatî û herbeke xedar dikir."

"FETO bi heman hêz û quweta xwe êrîşî li ser wan dîndarên cefakar dikir û li hember wan dijminantî dikir"

Goktaş diyar kir di wî wextî de Mislimanên dindar yên herêmê digel PKK û JÎTEMê ji bo hebûna xwe ya Mislimantî li ser piya bigrin micadele didan û dû re wiha li nivîsa xwe zêde kir: " PKK siyaseta ku li yê dijî xwe dimeşand li ser wan jî disepand; "Ya hûnê bi me re bin, daxilî nav me bibin, ya jî hûnê ji vê derê herin û ya jî em ê we bikujin." Yanê Mislimanên dîndar birastî jî li çareya serê xwe dinerîn û tenê hatibûn hiştin.Ev jî ne bes bû ji wê rojê û pê de FETOya ku emniyet û daraz xistibû bin kontrola xwe muptelayê wan bûbû. Ya ecêb jî ev e ku Mislimanên herêmê mezinahiya dijminantiya ku li wan tê kirin nizanin, texmîn nakin, husnû zana wan ji vê yekê re dibe asteng.Îro her tişt bêhtir tê fêm kirin.Di wextekî ku serê wan di derdekî wisa de bû, îcar wê rojê têkoşîna wan bi FETO re ne Îslamî û ne jî biaqilî bû. Feqet FETO bi heman hêz û quweta xwe êrîşî li ser wan dîndarên cefakar dikir û li hember wan dijminantî dikir. Meznahiya êrîş û dijminantiyê jî bes tenê di dirêjahiya 30 salî de hew kumpasên bi rêya daraz û mehkemeyan lê hatiye kirine û bes tenê ne ku bi hinek binçaviyên derqanûnî û bi cezakirina wan sînordarkirî ne.Bi rêya medya û weşanxaneyan dixwestin muslimanên li herêmê hebûna xwe ya Îslamî diparêzin li ser piya bihêlin wan reş bikin, wan di çavê xelkê welêt de xerab û cûdaxwaz bidin nîşan û bi vî rengî jî wezîfeya dijminantiyê didan meşandin.Madem ku ewên ji zilm û neheqî, neyartî û dijminantiyê nisîbê xwe stendine hê li heyatê ne û saxin, madem ku ewên ev herba gemar didan meşandin FETO ya  ku di emniyet û daraz û eskeriyê de û di medyayê de ew jî hê li heyatê ye û ne mirine, wê demê divê ev kirinên wan hemû derveke rastê.Ser girtin û nuxumandî hiştina van tiştên heta îro hatine kirin, bi gotineke din li gor daxwaza FETO pêşkêş kirin, li gor me ji muslimanên him ji vî welatî û him jî, ji muslimanan re bi bihayekî mezin bûye mal. Di warê çareseriyê de rê û rêçên xelet hatiye xwestin bê sazkirin ku heyf bûye."

"Bes tenê divê heyetek ji mêrxwasên zilaman saz bike"

Goktaş di dawiya axavtina xwe de teleb kir ji bo çareseriyê heyeteke bi nîzam û tertîp bê tertîpkirin û wiha dawî li axavtina xwe anî:"Qet nebe ji niha û pê de rêyên çareseriyê ku wê li ser zemînên bi sihet were ava kirin û rakirina xêliya tarî meseleya girîg û ehemiyeta heyatî ye.Hewceye rayedar xeta û xeletiyan dûbare neke û ne ku ji sazbend û şerqî û turkîbêjan, bes tenê divê heyetek ji mêrxwasên zilaman saz bike. Pêwiste ku ji bo FETO dosayek ciddî û nû ya Başûrê Rojhilat vebike."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir