• DOLAR 32.59
  • EURO 34.847
  • ALTIN 2503.067
  • ...
Di şewata ku derket de 3 zarok jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin şewat di mala li taxa Karacadaxa ku 40 kîlometre ji navçê dûr e derketiye û mal aîdî Hecî Menek e û li ser banê xanî ax e.

Hecî Menek û xanima  wî di derdora seat 05.30an de ji bo bixebitin  çûn nav erd. Dema ku ew çûn xebatê zarokên wan di hundir de radizan û ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di mal de şewat derket.  Kesên derdorê yên ku şewatê dîtin bang li îtfayê kirin û hewildan bi qasî qeweta xwe mudaxeleyî êgir bikin.

Welatiyên ku ji ber dû nikaribûn mudaxeleyî êgir bikin bi zorê ketin nava malê û zarokên ku ji ber dû bi jehrê ketine rakirin nexweşxanê. 3 zarokên bi navê Bedriye (3), Mustafa (2) û Ahmet Menek (6 mehî) yên ku ji ber şewatê bi jehrê ketine  digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.

Celal Çelîkê ku ji şewatê re bûbû şahid di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku ew nikarinbûn zarokan xelas bikin mehzûn in û wiha axivî: " Me dît ku dû bi ser malê dikeve.Pîrika zarokan li kêlekê  çêlekan didot. Me camê şikand û me hewil da têkevin hundir. Lê ji ber dû em nikaribûn bikevin hûndir. Em li dora malê çûn û hatin lê em nikaribûn bikevin hundir."(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir