• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Ji Cemaata Hîzbullah li dijî îşxala siyonîst bangewazî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn rejîma îşxalker a siyonîst berî vê çend rojan têketin  û derketina Mescîda Eqsayê girtibû û li Mescîda Eqsayê kirina nimêja Înê asteng kiribû û her wiha di hewşa Mescîda Eqsayê de 3 ciwanên Filistînî şehîd kiribû. 

Ji ber van hewadîsan ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemaata Hîzbullah ve  ji siyonîst îsraîl re bertekek tund hat nîşandan û hat diyarkirin sedema wêrekbûna siyonîstan ' Ew perçebûn û tevlîheviya ku Misliman di nav de ne.'

Daxuyaniya ku ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemaata Hîzbullah ve hat weşandin bi 114emîn Ayeta Sûreta Baqarayê dest pê kir: "Ma ji wan kesên ku di malên Xwedê de zikirkirina navê Xwedê asteng dikin û  ji bo mizgeft xera û wêran bibin hewil didin zalimtir kî heye? Ew kes encax bi tirsê dikevin wan mzigeftan.  Ji bona wan li dinyayê rezîltî û li axretê jî  ezabeke pir şedîd heye!"

 "Divê Mislimana di nav wehdetê de hêzên xwe bikin yek û ji vê pê ve tû çare tuneye"

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin "Bêperwatiya rejîma îşxalê ya siyonîstan  gihaştiye asta  girtina Mescîda Eqsayê, astengkirina nimêja Înê û di hewşa mizgeftê de şehîdkirina xortan.Rejîma siyonîst vê cur'etê ji perçebûn û tevlîheviya ku Misliman di nav de ne distîne. Ev musîbetên ku tên jiyan divê ji temamê Mislimanan re bibin ders û ibret. Ji bo dawî li teşebûsên nemerd û rezîl bê anîn divê Misliman di nav wehdetê de hêzên xwe bikin yek û ji vê pê ve tû çare tuneye."

 "Divê Misliman li her derî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin"

Di berdewama daxuyaniyê de bang li temamê Mislimanan hat kirin da ku li her derî nerazîbûn û bertekên xwe li dijî rejîma îşxalker nîşan bidin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: " Em hêvî dikin ew roja ku ew ê tê de dar û kevir jî çeteyên sîyonîst di pey xwe veneşerin nêz be. Divê Misliman li her derî bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin û hewil bidin da ku dawî li îşxala sîyonîst bê anîn. Îşxalkerên siyonîst bila vê baş bizanibin; Ummeta Îslamê û  Mucahîdên Qehreman ên Îslamê ew ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe Mescîda Eqsayê û nirxên Îslamî biparêzin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir