• DOLAR 32.332
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2320.606
  • ...
Li 90 hezar mizgeftan sala hat xwendin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Salayên ku di şeva 15ê Tîrmehê de  li dijî îxanetê rihê yekîtîyê dida mirovan  û bûbûn sembola berxwedanê  li 90 hezar camiyên Tirkiyê hatin xwendin.

Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez  wê salaya ewil a ku di 15ê Tîrmehê de li Enqerê li Mizgefta Kocatepê di seat 00:13an de hat xwendin guhdar kir.

 "Xweda cardin şevên mîna yên 15ê Tîrmehê bi me nede jiyandin"

Gormez piştî ku salayê guhdar kir re derbasî mizgeftê bû û li wê derê 2 rikat nimja şikrê eda kir û dû re wiha axivî: " Îşev şeveke wisa ye ku divê her ferdekî/ê milletê me nimêja şikrê lê bikiye. Lewra Xweda sala borî di van wextan de me ji musîbetekê giran xelas kir. Em çi qas ji Xweda re şikir bikin hindik e. Xweda cardin şev mîna wisa bi me nede jiyandin. Sala borî temamê milletê me wezîfeya xwe bi cî anî. Endamên diyanetê jî li ba milletê me cî girtin.  Ew endamên me ji bi manewiyata însanan li ser piyan bigrin salayên  xwendin."

 "Ji wî Xwedayê ku şeva 15ê Tîrmehê dengê salayan bi ser dengên balafirên şer xistiye re şikir be"

Gormez di berdewama axavtina xwe de diyar kir millet wê şevê hewil da wê êşê wergerîne xêr û yekîtiyê û biratiyê û divê li hember vê yekê bi hûrmetdar bê sekinîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji wî Xwedayê ku şeva 15ê Tîrmehê dengê salayan bi ser dengên balafirên şer xistiye re şikir be. Ev coşa îsal a millet diyar dike ku millet wê pîsîtiya sala borî ji bîr nekiriye.  Cardin ez ni milletê xwe re dibêjim Xweda bixe kefaret. Xweda rehma xwe li şehîdên me bike û şifa xêrê bide xaziyên me."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir