• DOLAR 32.582
  • EURO 34.894
  • ALTIN 2432.141
  • ...
Yapicioglu: Di serê wan kesên ku li dijî darbê li berxwedan de cemaatên Îslamî tên
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta salvegera teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê  ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ve li Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Zekeriya Yapiciogli di daxuyaniya ku da de destnîşan kir di pey temamê wan darbeyên ku heta îro hatine kirin de Amerîka heye.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ji ser wê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku tê de şebekeyên îxanetê berê lûleyên  çekan dabûn millet û tê de 250 can hatibûn qetilkirin re salek derbas bû û dû re wiha got: " Ez bi vê wesîleyê ji bo kesên ku şehîd bûne rehmetê  û ji malbat û naskiriyên wan re jî sebrê teleb dikim û serê wan û yên millet sax be."

"Xwediyên wê teşebûsa meşûm, nêzî 40 salan haziriyê kirin"

Yapicioglu diyar kir mimkûn e ku ev teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê wek 'teşebûsa derxistina herba navxweyî' û 'teşebûsa welêt ji îşxalê re hazirkirin' bê navkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Xwediyên wê teşebûsa meşûm, nêzî 40 salan haziriyê kirin , qewet û serwet berhev kirin, kemînan danîn û zilaman gihaştandin. 40 salan pêşiya wan vebû, zêde bûn û ji zilmên wan re tenê şahid hat mayîn. Bi desteka dewletê xelkê xelas kirin û mezin bûn."

 "Ne mimkun e ku FETO û cemaatên Îslamî wek hev bên dîtin û berewajiya vê jî zilm e"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe diyar kir ne mimkun e ku FETO û cemaatên Îslamî wek hev bên dîtin û berewajiya vê jî zilm e û dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Çawa ku hinek eskerên ku bi cilên eskeran teşebûsî darbê kirine ne mimkûn e  temamê eskeran an jî saziya eskeriyê bê hedefgirtin; bi heman awayî  ne  mimkûn e ku FETOyê ji bo melanetên xwe veşere navê cemaatê li xwe kiriye û cemaetên Îslamî yek  bên hesibandin. Berewajiya vê yekê zilm e. Rewşê parîkek din pêşde birin û li hember Îslamê  cebhe vekirin jî cinayet e. Di serê wan kesên ku di 15ê Tîrmehê de xwe berdan kolanan û li dijî darbê li ber xwe didin de cemaatên Îslamî dihatin. Em ji bo kesên ku ji bîr kirine di bîran dixin û em wek millet jî wan kesên ku hewil didin bidin jibîrkirin dikin. Em ji milletê xwe re jî dibêjin  wê şoreşa ku we berî vê salekê qezenc kir nedin dizîn."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir