• DOLAR 32.568
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2487.984
  • ...
Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-3
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ser wê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê salek derbas bû. Ew şeva ku tê de êş û elemên ku nayên jibîrkirin hatin jiyan de millet berxwedaneke wisa nîşan da ku ew ê ev yek ji bo neslên ku dê werin bibe mînak û nimûne. Malbatên şehîdan qala wê şevê kirin û diyar kirin diyar kirin ew wan êşên ku wê şevê jiyane ji bîr nakin û êşên wan hêj taze ne.

Di wê şeva teşebûsa darbê ji wan kesên ku di vê oxirê de canê xwe dan û feda bûn yek jî Şehîd Türkan Tekîn bû. Remezan Tekînê ku zilamê wê ye di derheqê xanima xwe de diyar kir xanima wî weke şehîdan dijiya û di enjcamê de şehîd bû.

"Ji xwe re kirbû armanc ku Qur'ana Kerîm hîn bibe û wextê xwe temametî ji Qur'ana xwe re vediqetand"

Remezan Tekîn di axavtina xwe ya ku derheqê xanima xwe kir de diyar kir xanima wî ji ber ku hîcabê xwe mecbûr maye ku dev ji mektebê berde û di wan salên dawî de xanima wî temamê wextê xwe ji Qur'ana Kerîm re veqetend û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Türkan heta pola 3yemîn a dibistana destpêkê berdewam kir. Piştî wê ji ber hîcab û tesettura xwe mecbûr ma ku dev ji mektebê berde. Ji xwe re kirbû armanc ku Qur'ana Kerîm hîn bibe û wextê xwe temametî ji Qur'ana xwe re vediqetand.  Heta 21 saliya xwe Qur'ana Kerîm hîn dibe û hînî dora xwe dike. Xweha min û ew di heman cihê de bûn.  Dû re bû nesîp em zewicîn. Xwest ku dawata me li camiyê be. Me jî dawata xwe di mizgeftê de bi dia û Qur'anê kir. Her tim dixwast ku biçe Hec û Umrê. Min jî jê re digot ku rewşa me baş bibe em ê biçin. Carinan dema ku ez êvaran radibûm min didît ku Qur'anê dixwîne. Derd û kûlê wê bûbû hîn bûn û hînkirina Qur'anê."

 "Ger di berîka wê de heqê otobusê hebana wî pereyî dida feqîran û bi piyatî diçû"

Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir xanima wî gelek zêde ji alîkarîkirinê hez dikir û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Wê rojê ji derdora îxtîyaca kî bi alîkariyê hebe wanan ew têr dike. Ger di berîka wê de heqê otobusê hebana wî pereyî dida feqîran û bi piyatî diçû. Her tim ji bo alîkariya feqîran dixebitî. Kêfa ji ziyareta îxtiyar û nexweşan re dihat."

 "Xanima min deriyê cennet û bereketê vekir û çû"

Tekîn derheqê jiyana xwe û ya xanima xwe de hinek malumatên  taybet wisa parve kir: "  Beriya 15ê Tîrmehê min Türkan ji bo seyranê biribû parqekekê. Ji min re got ku 'Dema ku em bi dergistî bûn û niha tev de em du caran tên vê derê.' Ne şaş bim di 5 an jî 10ê Tîrmehê de naskiriyeke me lê geriyaye û jê helalî xwestiye. Qey ketibû dilê wê. Beriya 15ê Tîrmehê bi heftiyekê danûstandin kir. Ew qas tişt  standibûn mal têra wan nedikir.  Min sedema vê yekê jê pirs kir. Ji min re got 'em  mehek şûn de van tiştan nastînin.' Xanima min deriyê cennet û bereketê vekir û çû."

 "Berî ku derkeve dervê destnimêja xwe girt û du  rekat nimêj kir"

Remezan Tekînê ku qala xanima xwe û wan bûyerên ku wê şevê qewimî ne kir wisa axivî: "Wê şevê em li malê rûdiniştin. Lawê min li derve bû û qîza min a 12 salî jî li malê bû. Di derdora seat 22.30-23.00an de naskiriyeke min li me geriya  û got 'darbe dibe.' Hema me telefonê vekir û me xeberan temaşe kir. Xanima min ji min re got rabe em biçin. Lê min jê re got ka bîskekê bisekinin. Ji min re got na em biçin. Xanima min berî ku derkeve dervê destnimêja xwe girt û du  rekat nimêj kir. Heta ku wê nimêja xwe kir min xwe berda jêrê. Xanima min piştî ku nimêj kiriye re xwe berdaye mala xweha min a mezin  ya li qetek jêr û jê re tembêh kiriye û gotiye 'zarokên min pêşî ji Xweda re û dû re jî ji te re emanet in.'

"Me him dia dikir û him jî dimeşiya"

Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew di rê de  diçûn bang li însanên ku di balqonan de bûn dikirin  da ku xwe berdin kolanan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Em digel ala xwe dimeşiyan. Em gelek zêde meşiyan  û em gihaştin çarrahê. Me li wê derê got ka em bi kû ve biçin , gelo em biçin ewlehiya navçê yan em biçin Serokatiya Navçê ya AK Partî?  Em çûn meydanê tu  kes tunebû.Me bang li xelkê dikir. Me him dia dikir û him jî dimeşiya.  Min ji xwe re digot kî ne ev xaîn. Em heta midûrtiya ewlehiyê ya Esenlerê hatin. Heta ku em hatin wê derê însan zêde bûn. Dema ku em gihaştin midûrtiya ewlehiyê ya navçê gotin ' Ew ê Serokkomarê me were balafirgehê.' Em ji wir vegeriyan û gelek zêde meşiyan.Em hatin wê derê. Gotinek heye tê gotin ' tu derzî bavêjî erdê nakeve'. Ew der jî wisa bû û pir qelebalix bû. Aleke mezin hebû, em digel wê meşiyan Dû re ji bo xanima min tenê nemîne mi alê teslîmî yekî kir. Min telefona xwe derxist û min got ka ez dîmeneke vê menzereya xwş bigrim. Lê nebû nesîb. Dû re em meşiyan meşiyan û min  jê re got ka em hinekî rûnin. Ji min re got na, weten ji dest diçe. Min jî got Xweda mihefeze bike."

"Dema ku min  wan xaînan dît perdeya çavên min asê bûn"

Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku ew bîskekê meşiyane li rasta tankan hatine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li derekê ji me dûr însan bang dikirin û digotin tank tên. Lê ji ber ku em ji wan dûr bûn me wan nedidît. Em dîsa ketin  riya xwe. Min dît ku însan direvin bi milê rast û çepê ve. Min nihêrt ku tank tê, ez şaş mam. Ji bo tiştek bi xanima min neyê min berê wê da milê çepê.  Dema ku min  wan xaînan dît perdeya çavên min asê bûn. Me tiştekî wisa nedîtibû. Ew xaîn wan însanên li milê çepê eciqandin û çûn. Ez bi rexê xanima xwe ve çûm, li erdê bû. Min  rahiştiyê, ji serê xwe darbe xwaribû. Min jê lavayî kir da ku bi min re biştexile.Lê deng jê derneket. Diviyabû min wê biribana nexweşxanê, lê çawa?  Min dizanibû rê çawa qelebalix in, ji ber wê yekê min ji Xweda alîkarî teleb kir."

 "Lawê min dema ku bihîstiye diya wî şehîd bûye 2 rikat nimêj kiriye"

Remezan Tekîn piştî ku van tiştan diyar kir re wî qala hewildana xwe ya gihaştandina xanima xwe kir û wiha got: "  Wesayîtek sekinî û min xanima xwe bir nexweşxanê. Bi alîkariya Xweda 4 deqîqeyan de gihaştin xestê. Doxtoran me şandin nexweşxaneya lêkolînê, li wê derê nêzî 2 seatan di ameliyatê de man. Me hêvî dikir bi silametî derkeve û baş bibe û me ji bo vê yekê dia dikir. Lawê min li min geriya, lê ez nikaribûn bersiva wî bidim. Li çend kesên din  jî geriyabû û hîn bûbû ku birîndar bûye, lê bawer nedikir. Di taliyê de hîn bû ku diya wî şehîd bûye. Wê demê çûye  2 rikat nimêj kiriye. Gotiye 'Diya min gihaştiye tiştê ku dixwast.'

Tekîn di dawiya axavtina xwe de diyar kir dema ku xebera şehîdiyê ya xanima wî jê re hatiye ew ji rexekî ve kêfxweş bûye  û ji rexekî ve xemgîn û mehzûn bûye.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir