Qerarnameya nû ya di hikmê qanûnê de hat weşandin
Qerarnameya di hikmê qanûnê de ya bi jimara 692an di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Bi qerarnameya di hikmê qanûnê de ya bi jimara 692an a ku di bergeha OHALê de di rojnameya fermî hat weşandin 7 hezar û 348 kes ji wezîfê hatin îxrackirin û 310 kes jî ji wezîfê re hatin îadekirin.
Li gor qerarnameya nû ya di hikmê qanûnê de madalyayên Arîf Erdem û Hakan Şukur hatin standin. Li gor qerarnameya ku di rojnameyê de hatiye weşandin ji Wezareta Edaletê 418 kes, ji Diyanetê 551 kes, ji ewlehiyê 2 hezar û 303 kes, ji Wezareta Karên Hundir hezar û 486 kes, ji Wezareta Tenduristiyê 789, ji TRTê 29, ji Cendirmê 235 kes û Waliyê Berê yê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu ji wezîfê hatin îxrackirin.(ÎLKHA)