• DOLAR 32.541
  • EURO 34.924
  • ALTIN 2433.141
  • ...
Edalet çavên xwe ji mehkûmê nexweş re girtiye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Alpsoyê ku sala borî lê di girtîgehê de nexweşiya qanserê peyda bû ew ê roja pênçşemê ameliyateke zor û giran derbas bike. Suat Xanima ku pîreka Şeyhmus Alpsoy e di derbarê mijarê de diyar kir dema ku dor tê mehkûmên dîndar edalet çavên xwe digre.

Şeyhmus Alpsoy ev 18 sal e ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin. Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîka hat kirin re  Şeyhmus Alpsoyê ku êşa qanserê pê re heye û ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin ji Girtîgeha Sîncanê neqlî Girtîgeha Tîpa Fyê ya bi Nimreya 2yemîn hat kirin. Alpsoyê ku li Tekîrdagê nexweşiya wî lê zêde kiriye tu kesî serê xwe pê neêşand û wî nerakirin revîrê. Ji ber ku tu kes bi Alpsoy eleqedar nebû nexweşiya wî zêdetir pêşve çû, ji ber vê yekê Alpsoy hat rakirin nexweşxanê.

"Digel ku xwîn jê diherikî jî wî nebirine nexweşxanê"

Suat Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ev bû saleke ku zilamê wê nexweş bûye û dû re wiha li axavtina xwe  zêde kir: "  Nexweşiya wî sala borî piştî 15ê Tîrmehê lê zêde kir. Dema ku li Tekîrdagê di girtîgehê de bû  pêşî xwîn jê herikî , lê belê îdareya girtîgehê wî nebirine nexweşxanê. Dû re wî birin xestê, lê tu teşhîs nekirin. Girtîgeh ne wek malê ye, li gor dilê xwe nexweşxan dibin xestê û dema ku naxwazin jî wan nabin. Ne xema wan e."

 "Li nexweşxanê 5 rojan îlac nedanê"

Suat Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir doxtoran li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nimûnê ya Enqerê jê re îlac nivîsandine, lê belê îlac encax roja pênçşemê hatine. Suat Xanim dû re wiha li  axavtina xwe zêde kir: " Heta 5 rojan îlac nedanê. Dema ku min ji wan sedema vê yekê ji wan pirs kir ji min re gotin ku wezaretên Karên Hundir, Edalet û Tendursitiyê li îlacê digerin. 3 wezaret li îlacê digerin û nikarin peyde bikin. Peyde kirina îlacekê ev qas ma zor e? Divêiyabû beriya eydê wî biribana urolojiyê, lê belê qaşo ji ber tunebûna eskeran wî nebirine."

 "Ev yek ne tedawî  ye, ji mirinê re terk kirin e"

Suat Xanim diyar kir zilamê wê dê roja pênçşemê ji ber nexweşiya dê bê ameliyatkirin, lê belê doxtor di ameliyatê de qet hevî nadin. Suat Xamim dû re wiha got: " Nexweşiya zilamê min gelek giran e. Ji ber vê yekê divê ew înfaza wî bê sekinandin. Ger hûn ê tu heqî nedin wî, naxwe di derheqê wî de îdamê tetbîq bikin. Lewra niha muameleyeke ji îdamê xirabtir li wî tê tetbîqkirin. Naskiriyên wî, zarokên wî nikarin wî bibînin. Heqên wî yên di girtîgehê de jê hatine standin. Di odeyekê de bi tena serê xwe dimîne. Dibe ku xestexane be û ji girtîgehê çêtir be, lê belê tu kesî nabîne. Qet nebe bila hinek heq jê re bên dayîn. Dibêjin li Tirkiyê îdam tuneye, lê jê re ji îdamê xirabtir ceza danê. Li ser wî îdamê tetbîq dikin. Odeya nexweşxanê heqîqeten wek qebrê ye. Lewra odeya wî di bin erdê de ye, ne şibaka wê, ne dolab û ne jî televîzyona wê heye. Nexweşek dê li wê derê çi bike. Ger  îman tunebe bi yekî re dê ew ê li wê derê ew kes întîhar bike. Ev yek ne tedawî ye, ji mirinê re terkkirine. Ger îlaca ku doktorek nivîsandiye piştî 5 rojan were, ji vê derê tedawî tê gotin an tiştek din?"

 "Êdî vê zilmê bibînin"

Suat Xanim ji ber rewşê bang li Serokkomar Erdogan, Serokwezîr û Wezîrê Edaletê kir  û ji wan xwest 'Êdî vê zilmê bibînin.' Dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Me ne tu kesî kuşt. Gelo me polês û eskeran kuştiye an jî weke FETOyîstan  me teşebûsî tiştinan kir?  Ez niha dinêrim  ji FETOyîstan re zêdetir qiymet didin. Berê dema ku em diçûn girtîgehê em bi seatan li benda otubusan diman û zarokên em ji serma û seqemê diricifîn. Lê em niha dinêrin ew qas otobus dane FETOyîstan ku saniyekê jî nasekinin.  Tiştên ku min dîtine min ew qas xemgîn kirine ku  qey ên ku darbe kirine ne ew in em in. Kesên ku darbe kirine ew in, lê darbeya herî mezin me xwar. Zilamê min  piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê neqlî Tekîrdagê kirin û ji me re dibêjin ku ew der cihê sirgûnê ye. Xwezûrê min dibêje 'Min ew qas li derî da ew mabû ku ne şikest, encax hatin wî bitrin' Êdî dawî li vê zilmê bînin û êdî bila me bibînin."

Suat Xanim di dawiya axavtina xwe de daxwaz kir bila zilamê wê di van rojên xwe dawî de di nav zarokên xwe de bimîne.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir