• DOLAR 32.552
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2426.69
  • ...
Helwesta polêsên Îngilistanê ya li hember Mislimanekî bû sedema bertekan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Îngilistanê ji ber ku xortekî Misliman ê bi rih di demsala havînê de cilên bi mil li xwe kiribû  dema ku hewil dida bigihije nimêja Înê ji teref polêsan ve bi hinceta şikdarbûnê hat sekinandin û destên wî xistin kelepçê.

Bûyer ji teref şexsekî ku ji wir derbas dibû ve hat qeydkirin. Di vîdyoyê de tê dîtin Mislimanekî bi rih ê ku navê wî nehat hînbûn dema ku ji bo nimêja Înê diçû mizgefta li Kolana Londrayê ji teref polêsan ve tê sekinandin  û destên wî tên kelepçekrin û dû re polês li ser wî digerin.

Ji vîdyoya ku hatiye qeydkirin tê fêmkirin sedema li destên xortê Misliman kelepçe xistin  cil û bergên bi mil û zêde li xwe kirine. DI vîdyoya ku ji teref şexsekî ku eşkere kir ew jî Misliman e ve hatiye qeydkirin de xortê Misliman wiha dibêje: " Ez ji bo bigihijim nimêja înê dilezand. Li nêzî camiyê polês jji nişka ve pêşiya min birî û destên min xistin kelepçê. Polês ji min re got ji ber ku te zêde cil li xwe kirine me te sekinand. Lê tê du dest cil li ser min hebûn. Polês min bi li ser gerandina çekan sûcdar dikir. Lê li ser min geriyan û wek her car tiştekî li ser min nedîtin."

Piştî demekê xortê Misliman hat serbestberdan. Di dîmenan de her wisa pîrekek tê dîtin ku pîrek ji bo polêsan tahrîk bike dibêje 'ma di vê germa havînê de wisa cil tên lixwekirin.' Pîrek b vê helwestê hewil dide polêsan li hember Mislimanan provoke bike.

Saziya Belgekirina Zilmên ku li Mislimanan tên kirin(DOAM) vîdyoyê ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir û ji rewşê re bertek nîşdan da. Her wisa bikarhênerên medyaya civakî ji ser medyaya civakî bi hashtaga bi navê #WearingClothesWhileMuslim vekirin destek û piştgirî dan DOAMê.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir