• DOLAR 32.388
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2326.612
  • ...
Bahattîn Temel: Ev qerar bi temametî çewt, bipêşdaraz û bi niyeteke xirab e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn berî vê çend rojan, di encama doza ku bi kumpas û komployên FETO hatibû tertîpkirin de qerareke ecêbmayî hat dayîn. Di encama pêvajoya darazê ya kumpasa daraza FETO de ji Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Saîd Şahîn û her wiha ji Bireveberê Weşana Giştî yê Rehber TVyê  Fîkret Gultekîn re cezaya sosret hat dayîn. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji her yekî wan re 6 sal û 3 meh cezaya hepsê hatiye dayîn.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahaddîn Temel di derheqê cezaya ku ji wan re hatiye dayîn de diyar kir “Di derheqê me de qerareke çewt, bipêşdaraz û bi niyeteke xirab hatiye dayîn û ev qerar li gor tecelliya edaletê nehatiye dayîn.”

 “Em hêvî dikin ku eqlê selîm têkeve dewrê û qet nebe ji vê demê pê ve ev qerar bê sererastkirin”

Temel di berdewama axavtina xwe de diyar kir tiştên ku tên serê wan û qerarên  menfî û musbet ên ku  ji qeta Xweda ve tên dayîn di nav xwe de gelek xêrên ku em nizanin û pê nagihijin hene û dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vê çarçovê de ew ê ev qerar di her halî de dê li xêra me be. Yanî tu fikar û endîşeya me di vê mijarê de tuneye. Lê belê ev qerar ji hêla wext û pêvajoyê ve û nexasim hewla bi kumpasan  ji 2 Arîkarên Serokên Giştî yên partiyê me re ceza dayîn watedar e. Ev qerar bi niyeteke baş nehatiye dayîn. Dema ku em rewşa welêt didin ber çavan,  ev qerara ku hatiye dayîn nebaş e. Em hêvî dikin ku eqlê selîm têkeve dewrê û qet nebe ji vê demê pê ve ev qerar bê sererastkirin.”

 “Ev qerar bi temametî çewt, bipêşdaraz û bi niyeteke xirab e”

Temel diyar kir qerara ku hatiye dayîn ji armanca FETO re xizmetê dike  û bi vê yekê ew kumpasa FETO digihije armanca xwe. Temel dû re wiha pê de çû: “ Ji teref hemû kesî ve tê zanîn û tê de şiphe tuneye ku ev doz kumpasa FETO ye. Ka bifikirin; mehkemeya ku ceza daye me temam hatiye fesihkirin, ew midûr, amîr û kadroyên wan û her wiha hakimê ku ceza da me û dozgerê ku ceza ji me re xwest û heyeta bi wan re, exlebeyê wan an hatin girtin an jî reviyan. Gelo ew doza van kesên wisa çiqas adil be. Qesda van kesan a li hember me diyar bû, di vî halî de ew  ê doza ku van kesan vekiriye çawa dirist be? Ev qerar bi temametî çewt, bipêşdaraz û bi niyeteke xirab e. Ez bawer dikim ew Rebbê me vê yekê ji bo me wergerîne xêrê.”

“Ew ê ahê  van mezlûman sibe disibe dibe ku  bibin sedema musîbetên mezin”

Temel di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PARê hewil didin bibin dengê Yûsifiyan û ew hewil bidin mazlûmiyeta Yûsifiyan biqerînin. Temel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê vê yekê ango hewildana xwe bidomînin. Ji ber vê helwest û sekinîna me ji ser darazê dixwazin peyamê bidin me. Peyama ku tê xwestin  ji me re bê dayîn ‘ka hûn bisekinin ji dêla ku em yên hûndir derxînin derve em ê yên derve jî bavêjin  hûndir.’ e. Em vê yekê wisa dixwînin. Lê em naxwazin ji vê yekê bawer bikin. Em hêvî dikin; di nava wan kesên ku welêt îdare dikin de hinek kesên bi eqlê selîm hereket dikin û ji vê yekê re bêjin bisekine hebin. Em dixwazin bifikirin ku li dijî rêxistinên kûr tedbir bên standin. Naxwe ew ê ahê  van mezlûman sibe disibe dibe u bibin sedema musîbetên mezin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir