• DOLAR 32.518
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2428.977
  • ...
 "Tê xwestinxelkê li hember Sûriyeyiyan tahrîk bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn di van pêlên dawî gelek êrîş li kesên Sûriyeyî tên kirin û xeberên derew di derheqê Sûriyeyiyan de tên kirin da ku xelk  tahrîk bibe û tevlîhevî derkeve. Di çarçoveya van êrîşên ku tên kirin û aloziya ku tê xwestin bê derxistin de hewil tê dayîn û hatiye armanckirin xelk li hember Sûriyeyiyan tahrîk bibe. Mela Seîd Mahmudê ji ulemayê Sûriyê yê ku li Êlihê îqamet dike  di derheqê êrîş û operasyonên îdrakê yên ku di van pêlên dawî de li hember Sûriyeyiyan tên kirin de û di derheqê pîreka ducanî ya Sûriyeyî ya ku li Sakaryayê hat kuştin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

“Ger ev pîreka Sûriyeyî ya ku hat kuştin cihûyek bana ew ê wê demê temamê dinyayê rabûbana li ser piyan”

Mela Seîd di destpêka axavtina xwe de ji qetilkirina wehşiyane ya pîreka Sûriyeyî ya ducanî û zaroka wê ya 10 mehî re  bertek nîşan da û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di wan rojên borî de pîreka Sûriyeyî ya ducanî û zaroka wê ya 10 mehî bi şikleke wehşiyane hatin qetilkirin ku ev yek ne ya efûkirinê ye. Ger ev pîreka Sûriyeyî ya ku hat kuştin cihûyek bana ew ê wê demê temamê dinyayê rabûbana li ser piyan û heta ku ji qatilan hisab nehatibana pirsîn  ew ê nesekinîbana. Lakîn xwîna Sûriyeyiyan ew qas erzan bûye ku ji teref hemû kesî vê rijandin. Ev  hal ameleke xirab e û  bûyerek ne baş e. Diviyabû ji wan Sûriyeyiyên ku xwe avêtine Tirkiyê arîkarî hatibana kirin, lê zilm li wan hatiye kirin ku ev yek dilê mirov dişewitîne.”

“Dibe ku hinek kes niyet xirab bin; lê tiştê ku şexsekî kiriye nikarin li temamê xelkê mal bikin”

Mela Seîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber hinek însanên niyet xirap temamê  kesên Sûriyeyî  wek însanên neqenc tên nîşandan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Belê rast e temamê kesên Sûriyeyî ne melek in û ne jî hatine islahkirin. Dibe ku hinek kes niyet xirab bin; lê tiştê ku şexsekî kiriye nikarin li temamê xelkê mal bikin.  Ne rast e ku ji ber kiryarên hinek kesan temamê xelkê bê cezakirin.”

 “Tê xwestin  xelkê li hember Sûriyeyiyan tahrîk bikin”

Mela Seîd di berdewama axavtina xwe diyar kir li hember Sûriyeyiyan operasyona îdrakê tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Tirkiyê nexasim camiaya çêpgir  hewil didin li hember Sûriyeyiyan operasyona îdrakê bikin. Tiştê ku bi vê yekê tê xwestin bê kirin li hember Sûriyê xelk bê tahrîkê. Ev kesên wisa ji ber ku nikarin ji îqtdarê re bibin reqîb û ji ber ku tiştekî di siyasetê de bikin tuneye  karên wisa dikin. Bi vî awayî hewil didin Sûriyeyiyan ji xwe re bikin malzemeya siyasetê û bigihijin armanca xwe. Yanî bi siyaseta xwe hewil didin Sûriyeyiyan nebaş û pîs nîşan bidin û wan bînin rojevê. Ev kiryareke ne baş e. Diviyabû berawajî  deriyên xwe ji wan re vekiribana, ji wan hez kiribana û diviyabû bi wan re bûbana bira.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir