• DOLAR 32.37
  • EURO 34.992
  • ALTIN 2324.852
  • ...
Misir xwendevanên Misliman ên Uygurî teslîmî Çînê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heftiye borî polêsê Misirê digel yekîneyên îstîxbarata Çînê   di ser malên xwendevanên Misliman ên Uygurî yên ku li Zanîngehên El Ezher û Al Fajr dixwînin de girtibûn û gelek xwendevan di serdegirtinê de hatibûn binçavkirin. Her wisa hinek xwendevan jî di  lokantayên Uyguriyan de hatin binçavkirin.Temamê xwendevanên ku hatin binçavkirin û bi ‘terorîstbûnê’ hatin wesfandin teslîmî Çînê hatin kirin.

Tê zanîn birêveberiya Komînîst a Çînê him li nava welêt û him jî li derveyê welêt li dijî Mislimanên Uygurî (Tirkistana Rojhilat) operasyonan dike. Çînê ku zilmên cûrbecûr li Mislimanên Uygurî dike di binçaviyê de gelek Mislimanan şehîd dike.

Digel temamê bertek û reaksiyonan Çîn sepana xwe ya xeyrî însanî didomîne.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir