• DOLAR 32.333
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2282.641
  • ...
Îşxalkerên siyonîst ava Filistiniyan qut kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zilm û zexta îsraîla îşxalkarên siyonist a li ser Filistiniyan bênavber berdewam dike. Îşxalkerên siyonîst vêcarê ava vexwarinê ya li xerba Qudsê qut kirine  û xelkê Filistînê ev demek dirêj e ku bi vê meselê re rû bi rû ye.

Semah el Kehleyê ku temsîlkarê Ramallahê ya qanala El Alemê ye  di derbarê mijarê de diyar kir xelkê heremê  ev demek dirêj e ku bi mişkîlê re rû bi rû maye û dû re wiha got:  “  Mehê tenê carek an jî du caran ji xelkê re av tê dayîn.”

El Kehle di berdewama axavtina xwe de diyar kir ava wan a rojane têra wan nake  û xelk ji bo karibe avê tedarik bike gelek pereyan ji naçarî dide avê. El Kehle dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê dîsa xelk nikare ava xwe ya rojane  tedarik bike. Ev qeyrana avê cara ewil di sala 1967an de ango di dema îşxala ku hat kirin de derketiye holê.

Midûrê Karên Avê yê bajara Ramallahê  Besam Sevalha  jî di derbarê mijarê diyar kir  mişkîleya avê li heremê ji mişkîle û problemên herî girîng bes problemek e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir