Trump bi 'midaxeleya eskerî' gefê li Qoreya Bakur xwar
Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku di derheqê Qoreya Bakur a ku ceribandinên mûşekên balîstîk û nukleer dike de axivî diyar kir 'divê netîceyên vê yekê hebin.'
Serokê Amerîkayê Donald Trumpê li Varşovaya paytexta Polonyayê di derheqê Qoreya Bakur a ku ceribandinên mûşekên balîstîk û nukleer dike de axivî diyar kir ‘divê netîceyên vê yekê hebin.’ Û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em gelek tiştên ciddî difikirin, lê nayê wateya ku em ê van tiştan bikin.”
Balyoza Neteweyên Yekbûyî ya DYAyê Nîkkî Haley jî di daxuyaniya ku di derbarê mijarê belav kir de diyar kir ger pêwîst bibe ew ê li dijî Qoreya Bakur hêza eskeriyê bi kar bînin.(ÎLKHA)