• DOLAR 32.382
  • EURO 35.036
  • ALTIN 2326.3
  • ...
Ji cezaya ku ji birêveberên HUDA PARê re hatiye dayîn rebertek didomin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn doh, di encama doza ku bi kumpas û komployên FETO hatibû tertîpkirin de qerareke ecêbmayî hat dayîn. Di encama pêvajoya darazê ya kumpasa daraza FETO de ji Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Saîd Şahîn û her wiha ji Bireveberê Weşana Giştî yê Rehber TVyê  Fîkret Gultekîn re cezaya sosret hat dayîn. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji her yekî wan re 6 sal û 3 meh cezaya hepsê hatiye dayîn.

Ji ber vê cezaya ku bi kumpas û komployan hat dayîn re  gelek bertek hatin  nîşandan. Di bertekên ku hatin nîşandan de hat xwestin ku ji vê qerara çewt demildest bê zivirîn.

M. Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê Giştî  di daxuyaniya ku ji ser hisaba xwe ya twîtterê parve kir de hu cezaya ku hatiye dayîn re bertek nîşan da û got ku ev yek nayê qebûlkirin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Doh şîrîkê fermî ya AK Partiyê daraza FETO zilmê li me dikir. Îro jî ‘daraza zêrîn’ a Perîneka Neteweperwer zilmê didomîne.  AK Partî ji wan zilmên kesên ku bi wan re dixebite dikin re şirîk e.” Divê li pêşiya wan zilm û kumpasên ku li cemaetaên Îslamî tê kirin bê girtin.”

Fîkret Gultekînê Birêveberê Weşana Giştî yê Rehber TVyê yê ku jê re ceza hatibû dayîn jî di derbarê mijarê de nerazîbûn û bertekên xwe wisa nîşan da: “ Belê me 6 sal û 3 meh ceza stand. Lê ez ji dil û can dibêjim  ez li ber wan kesên ku van cezayan dane min dikevim. Dema ku ez hisabpirsîna Xwedê ji wan difikirim.. Heyf e. Encax hêj ev ruh di vê bedenê de ye û hêj dikare behnê bistîne û bide,, dev ji van zilman qerin û wan birayên Yûsifî yên ku di girtîgehan de tên girtin serbest berdin.”

Rojanmegerên bi navê Yusuf Kaplan, Betul Soysal Bozdogan, Ahmet Ay, Kemal Gumuş, Sabrî Îşbîlen, Mujdat Gokçe, Osman Îçlî, Fatîh Sevgîlî, Mehmet Toprak, Nevzat Çîçek, Haci Yakişikli, Yakup Kose , Adem OzkOse û kesên bi navê  Zeynep Bozdaşa Pîspora Pêwendiyên Navteweyî, Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê  Mehmet Alî Doyar,  Eyup Yanaç û Serokê Giştî yê Ozgur-Derê Ridvan Kaya û gelek kesên din ji cezayên ku ji Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê re hatine dayîn re bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan û xwestin ku ceza bên betalkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir