• DOLAR 32.32
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2308.788
  • ...
 "Li Tirkiyê weke dosyaya me dosyayeke ku bi şikleke eşkere kumpasa FETO ye tune ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn doh, dDi encama doza ku bi kumpas û komployên FETO hatibû tertîpkirin de qerareke ecêbmayî hat dayîn. Di encama pêvajoya darazê ya kumpasa daraza FETO de ji Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Saîd Şahîn û her wiha ji Bireveberê Weşana Giştî yê Rehber TVyê  Fîkret Gultekîn re cezaya sosret hat dayîn. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji her yekî wan re 6 sal û 3 meh cezaya hepsê hatiye dayîn.

Ji ber vê cezaya ku hat dayîn  Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn  wê cezaya ku di encama kumpasa FETO de jê re hat dayîn  di rojnameyê de nirxand û ji qerara cezayê re bertek nîşan da.

“Li Tirkiyê weke dosyaya me dosyayeke ku bi şikleke eşkere kumpasa FETO ye tune ye”

Şahîn di nivîsa ku bi sernava ‘Cezaya 6 sal û 3 meh a ku me standiye’ de qala kumpas û  komployên FETO û qala cezayên ku ji wan re hatiye kriin  kir û dû re wiha got: “

Dema ku em ji hêla baweriya xwe ve li meselê dinêrin ; em di nav dinya îmtîhanê de ne û îmtîhan berdewam dike, ji ber wê yekê Xweda heye xem tuneye. Ger em li vê dinyayê edaletê nebinîn jî em baweriya xwe edaleta Xwedayê Adil û Qadir ya li mehkemeya kubra tînin. Kesên ku tê bîra wan dizanin. Dosya me ji serî heta binî  bi komployên şaxa daraz û ewlehiyê ya mensûbê FETO ye. Dosya me li ser tasfiyeya wan saziyên civak siwîl ên ku beriya hikûmetê ji teref FETO ve hatibûn hedefgirtin hatibû damzirandin.Bi ya min li Tirkiyê weke dosyaya me dosyayeke ku bi şikleke eşkere kumpasa FETO ye tune ye. Temamê hakim û dozgerên ku li dosya me û doza me dinihêrtin  ji ber FETO ji kar hatin îxrackirin û hinek ji wan jî hatin girtin û hêj di girtîgehê de ne. Ji bilî van 14emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Stenbolê ya ku cezaya ewil dabû  û bûbû wek hêlîna FETO bi temametî hat girtin.”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de lqala bêedaletî, kumpas û komployên ku hatine kirin kir  û di derheqê rewşê de nerazîbûnên xwe anî zimên.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir