• DOLAR 32.516
  • EURO 34.841
  • ALTIN 2494.103
  • ...
"Ji ber ku em Qur'ana Kerîm hîn dibin pir kêfxweş in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Beşdarbûna zarokan a li wan Kursên Qur’anê yên ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve hatine destpêkirin roj bi roj zêdetir dibe. Zarokên Bingolî jî berê xwe didin camiyên ku lê kursên Qur’anê hatine vekirin û bi bextewarî hewil didin Qur’ana Kerîm hîn bibin.

Zarokê bi navê Sileyman Kina yê ku diyar kir ew piştî tatîlbûna mektebê hatiye kursê di derbarê mijarê de diyar kir ew ji ber hatine kursê û hînbûna Qur’anê  kêfxweş e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li vê derê ji bilî dersa Qur’anê bi heman awayî dersên mîna  tecwîd û siyerê jî hîn dibin. Ji ber vê yekê em pir kêfxweş in. Em ji seydayên xwe teşekkr dikin û Xweda ji wan razî be. Em hemû kesî vedixwînin  vê derê. Hevalên me ji dêla ku wextên vikûvala li derve biborînin bila werin li vê derê  Qur’anê hîn bibin. Ev yek ji bo me tevan bi xêrtir û baştir e.”

Her wiha kesên bi navê Burak Şahîn Guner, Xalid Nabuyê Sûrî, Celal Duman, Alî Osman Uzunboy, Adnan Sadikoglu û Muhammed Burak Egitmen ên ku tên Kursên Qur’anê di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên: “ Em ji bo hînbûna Qur’ana Kerîm hatin vê derê.  Bextewariya me ya axretê bi Qur’anê dibe. Ji ber ku em tên vê derê em kêfxweş in.”(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir