• DOLAR 32.602
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2488.355
  • ...
Yapicioglu di bernameya bîranînê ya Şehîdên Başbaşlarê de axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de diyar kir PKK li Sûsaya Farqînê 10 Mislimanan şehîd kiriye û got ‘ Qetlîama Başbaglarê û provakasyona Sîwasê sehneyên cûda yên heman senaryoyê ne.’

“Niyet ew bû ku vî milletî  ji hêla mezheb û qewmî ve ji hev cûda bikin û bi hev bidin şerkirin”

Yapiocioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi qetlîama Başbaglarê hatiye xwestin da ku millet bi hev bikeve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî vê 24 salan bi êrîşeke wehşiyane li vê derê 33 canên me qetil kirin.  Ji wan 28 kesan dan ber guleyan û 5 kesan jî bi saxitî şewitandin. Û nota ku danîn cihê bûyerê diyar kirin ku wan heyfa Sîwasê standine. Di ya rastiyê de ew provakasyona ku berî vê bûyerê 3 rojan hat kirin û erîşa ku hema piştî vê bûyerê hat kirin sehneyên cûda yên heman senaryoyê bûn. Armanc diyar bû, niyet ew bû ku millet berdin hev. Niyet ew bû ku vî milletî  ji hêla mezheb û qewmî ve ji hev cûda bikin û bi hev bidin şerkirin.  Lê em cardin ji Xweda re hemd dikin ku leystikên wan negirt û bi izna Xwedê dê heta qiyametê jî negire.”

“Li Sûsayê birayên me li ber dîwara camiyê dan ber guleyan û wan şehîd kirin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku mîna heman bûyer bûyerek piştî qetlîa Başbaglarê li Sûsayê qewimiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku salek ji ser Qetlîama Başbaglarê derbas bû re li Sûsaya Farqîna Diyarbekirê piştî nimêja işayê 11 birayên me li ber dîwara camiyê dan ber guleyan û wan şehîd kirin. Weke ku min got qetlîama Başbaglarê û provakasyona Sîwasê sehneyên cûda yên heman senaryoyê ne. Lê ji bo ev sahne bê temamkirin  piştî provakasyona Sîwasê ew mexdûriyeta kesên bersûc ên ku darizandin hene. Hey ku Birêz Wezîrê me li vê derê ye ez dixwazim him bi navê hiqûqnasiyê û him jî  li ser navê wan kesên ku di dozê de mexdûr bûne  û him jî li ser navê şehîdên me yên li vê derê ji hikûmetê çend teleban bikim. Ew telebên me ev in:  Bila failên qetlîama Başbaglarê bên derdestkirin  û bên darizandin û bila ew dosyaya Sîwasê ya ku bûye mexdûriyeta gelek kesan ji nû ve bê bidestxistin.  Ez di nav van hestan di serî de ji Şehîdên me yên Başbaglarê û bi tevahî ji temamê şehîdên me re ji Xweda rehmetê teleb dikin û ez ji Rebbûl alemîn teleb dikim cardin van êş û janan bime nede kişandin.

Yapicioglu piştî bernamê qebrên kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir  û dia kir.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir