• DOLAR 32.451
  • EURO 34.868
  • ALTIN 2479.348
  • ...
Diya Yavuzê Berdevkê HUDA PARê hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Diya Mehmet Yavuzê ku Berdevk û Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ye doh ji ber nexweşiya qanserê li Kahtaya Semsûrê jiyana xwe ji dest dabû.

Şadiya Yavuza ku naaşa wê ji nexweşxanê hat girtin piştî ku nimêja cinazê li Mizgefta Celalettîn hat edakirin re  li Goristana Taxa Nû hat definkirin.

Mehmet Yavuz li ser goristanê diyar kir diya wî pîrekeke salih bû û ew bi xwe ji vê yekê re şahid bû.Yavuz di berdewama axavtina xwe de ji temamê kesên ku him bi riya telefon û medyaya civakî û him jî bi hatin û beşdarbûna xwe ya definkirina cinazê bûne û sersaxî dane wî re malavabûnê got û teşekur kir.

Malbata Yavuz piştî definkirina cinazê taziyeyan li Mizgefta Weysel Qaranî qebûl kir. Arîkarên Serokên Giştî yên HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Huseyîn Yilmaz û her wiha gelek partiyî û Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enwer Kilinçarslan û hezkiriyên malbata Yavuz beşdarî taziyê bûn.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir