Dozgerî: Balyozxaneya Amerîkayê nivîsa me ya telebê teslîm stand
Serdozgeriya Komerê ya Stenbolê destnîşan kir ew nivîsa telebê ya ku di derbarê di îddanameya sekinadina TIRên MÎTê de hatibû şandin ji teref Balyozxaneya Amerîkayê ve hatiye teslîmstandin.
Serdozgeriya Komerê ya Stenbolê Îrfan Fîdan destnîşan kir ew nivîsa telebê ya ku di derbarê di îddanameya sekinadina TIRên MÎTê de hatibû şandin ji teref Balyozxaneya Amerîkayê ve îro di derdora seat 15.26an de hatiye teslîmstandin.
Di nivîsa ku hatiye şandin de hat xwestin da ku ji wan re bê gotin û bê eşkerekirin kesên bi navê Bayram Andaç û Muhammed Gozukuçuk piştî bûyera sekinandina TIRên MÎTê bi kîjan hincetê û bi çi sedemê Serokonsulxane û Balyozxaneya DYAyê geriyane û bi kîjan wezîfedaran re hevdîtin kirine û mijara hevdîtinê çi ye. (ÎLKHA)