"Meşa edalatê bêjeya edaletê îstîsmar dike"
HUDA PARdiyar kir ew meşa ku ji teref CHPya ku bi neheqî û bêedaletiyanrûbarî hev neketiye ve hatiye destpêkirin bêjeya edaletê îstîsmar dike.
Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê di derheqê rojeva hundir û derveyê welêt de daxuyaniyek hat dayîn û di derbarê mijarên cûrbecûr de nirxandinên balkêş hat kirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye belavkirin de di derheqê meşa ku ji teref Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ve ji ber ku parlementerê partiya wî ji ber Doza TIRên MÎTê hatibû girtin hatibû destpêkirin de hat gotin di welateke ku tê de bêedaletî gelek zêde bûye de lêgerîna edaletê bêşiphe him normal e û him jî pêwîst e, encax ji ber ku Kiliçdaroglu serokê giştî yê partiya ku bêedaletiyê dihilberîne ye rengê kar diguherîne.
“Ew ‘Meşa Edalatê’ ji îstîsmarkirina bêjeya edaletê pê ve nayê tu wateyî”
Di berdewama nirxandina rojevê de di derheqê mijarê de her wiha hat diyarkirin hêj tesîra wan bêedaletî û neheqiyên ku ji bo damizrandina neteweyeke ya di salên ewil ên komarê de bi xelkê hatin jiyandin berdewam dikin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Ew CHPyê ku xwediyê vê pergalê ye û bi şikleke dijwar parastvantiya wê dike hêj bi van neheqî û bêedaletiyan re rûbarî hev neketiye û digel vê yekê serokê giştî yê partiyê ‘meşa edaletê’ dide destpêkirin ku ev yek ji îstîsmarkirina bêjeya edaletê pê ve ne tû tişt e. Ji rexê din ve Serokê Giştî yê CHPê Birêz Kemal Kiliçdarogluyê ku ji bo meseleyên mîna; hêj bi hezaran mehkûmên ku ji teref hêzên FETOyîst û darbekerên 28ê Sibatê hatin girtin di girtîgehan de ne, hêj ew masûmên ku bi hevkariyeke kiret û qirêj belesebeb li Sûsa û Başbaglarê hatine qetilkirin û ji bona Yasînan edaletê nayêne bîra xwe, rabûye ji bo parlementerekî partiya xwe teleba edaletê dike. Ev teleba di vî halî de çawa ku di nava civakê de bûbe sedema lêpirsîna samîmiyetê bi heman awayî me jî sewqî lêpirsîna samîmiyeta wî dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê mijarê mîna wek bajêr mayîna Şirnex û Colemêrgê de, di derbarê milaqatên ku di standina personelan de tê sepandin de, di derheqê qeyrena Qatarê û di derheqê dijmintiya Îslamê ya ku li Xerbê zêde dibe de nirxandinên balkêş hatin kirin.
Ji bo temamê daxuyaniya ku hatiye belavkirin bitikenin. (ÎLKHA)