Li Colemêrgê êrîş: 3 esker birîndar bûn
Di êrîşa bi roket a ku ji teref PKKê ve li Çelêya Colemêtgê hat kirin de 3 esker birîndar bûn.
Hat ragihandin PKKyiyan li Çelêya Colemêrgê bi roketan êrîşî eskeran kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 3 esker birîndar bûn. Hat hînbûn rewşa eskeran baş e.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de êrîşa ku hatiye kirin hat teyîdkirin û hat gotin ku eskerên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û rewşa wan ne giran e.(ÎLKHA)