"Bareke giran dikeve para aliman "
Serokê Karên Diyanetê di qebûlkirina Serokê Saziya Mezahîba Taqrîbî ya Îranêde diyar kir ji bo di nav Mislimanan dewehdet bê tesîskirin wezîfeyeke mezin dikeve para aliman.
Serokê Saziya Mezahîba Taqrîbî ya Îranê Şêx Ayetullah Muhsîn Erakî û heyeta pê re ji teref Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ve hatin pêşîwazîkirin.
Di hevdîtina ku hat kirin de Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez axavtinek kir. Gormez di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir çi qas em civînên xwe yên wehdetê zêde bikin ew qas tefrîqa zêde dibe, Gormez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em li ser metoda usulê baş bisekinin. Bareke giran dikeve li ser milê aliman e. Alim xweya bajêr û dinyayê ye. Dema ku xwey xera bibe tiştekî bê kirin namîne. Ger em parîkeke hevkariyê di warê wehdetê de karibin bikin em ê kêfxweş bibin.”
Serokê Saziya Mezahîba Taqrîbî ya Îranê Şêx Ayetullah Muhsîn Erakî jî di hevdîtina ku hat kirin de diyar kir wehdet ji bo alema Îslamê muhîm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bawer dikin ger di nav ummetê de yekîtî bê sazkirin ew ê li dinyayê hêzê herî mezin dê bibe yê Ummeta Îslamê. Mixabin hêza ummeta Îslamê li dijî ummeta Îslamê bi kar tînin. Ji wezîfeya tesîskirina yekîtiya ummeta Îslamê pê ve tu wezîfeyê din ê mezin tuneye.”(ÎLKHA)