Diyarbekirî xwestin ku cihê qebra Şêx Seîd bê eşkerekirin
Welatiyên ku li Diyarbekirê beşdarî bernameya bîranînê yê Şêx Seîd bûn ji venegotina cihê meqbera Şêx Seîd re bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku cihêmeqebera Şêx Seîd bê vegotin.
Di 92emîn salvegera şehadeta xwe de Şex Seîd û 46 hevalên wî yên ku hatibû şehîdkirin ji teref Cemiyeta Mustezafan ve di bergeha ‘Bernameya Bîranîn û Fêmkirinê ya Mezlûmên Cîhanê’ de hatin yadkirin. Welatiyên ku li Diyarbekirê beşdarî bernameya bîranînê yê Şêx Seîd bûn ji venegotina cihê meqbera Şêx Seîd re bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku cihê meqebera Şêx Seîd bê vegotin.
Diyarbekiriyên ku beşdarî bernameya bîranînê bûn di derheqê mijarê de diyar kirin çawa ku cihê meqbera Atif Xocayê Îskîlbî hatiye eşkerekirin bila bi heman awayî cihê meqberên Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û Seyyîd Riza jî bê eşkerekirin.
Kesên bi navê Hiseyn Fîlîz, Zehra Nûr Kaya, Bîrgul Eroglu, Remezan Bozdaş, Çîçek û Nesîbe Aytîz ên ku beşdarî bernameya bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî bûn xwestin ku cihê qebra Şêx Seîd bê eşkerekirin û di derbarê mijarê de wiha axivîn: “ Şêx Seîd ji bo Îslamê micadele kir, doza wî ya Xweda û şerîata Resûlullah bû. Heta ku qeweta wî hebû xebitî û micadele kir. Li gor Qur’an û sunnetê jiya. Ji ber vê yekê kafir û zalim wî daleqandin. Em ji temamê xortan dixwazin bila riya wî teqîb bikin.”(ÎLKHA)