Li Mûşê pevçûna çekdarî: 5 mirî 8 birîndar
Di pevçûna ku li Mûşê ji ber nîqaşa erdan derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Pageya Mûşê di navbera 2 koman de ji ber zeviyan pevçûna çekdarî derket, di encama pevçûna ku derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 jê giran 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin doh li Pageya gundê girêdayê navendê Mûşê di derdora seat 07.00an de di navbera 2 malbatan de pevçûn derket. Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 5 kesên bi navê Nevzat Gün, Sadık Ağkan, Yücel Gün, Fevzi Gün û kesekî navê wî nediyar jiyana xwe ji dest dan û 8 kesên bi navê M. Halit Gün, Kasım Ağkan, Sinan Ağkan, Abdulhalık Ağkan, Gülten Gün, Yüksel Gün, Servet Gün û kesekî navê wî nediyar birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)