• DOLAR 32.375
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.621
  • ...
Ji bo karibe li zarokên xwe binêre meslek hîn bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fadîme Canana ku diya 4 zarokan e û berî vê 6 salan mêrê wê dev jê berda û li Entabê dijî ji bo karibe qîza xwe ya li zanîngehê û lawê xwe yê li  dibistana navîn dixwînin bide xwendin  karê çitîkfiroşiyê hîn bû. Dayik ji rexekî ve hewil dide debara mala xwe bike û ji rexê din ve jî hewil dide zarokên xwe bide xwendin. Dayik bi vî awayî hewil dide ji zarokên xw ehim bavtî û him jî dayiktiyê bike.

Canan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew ji bo xarokên xwe vî karî hîn bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha ez debara xwe bi vî karî dikim. Karê min baş e. Him ji nava welêt û him jî li derveyî welêt telebeke mezin heye. Niha çitîk moda ye. Lewra di nav çitîkan de pî xweydan nadin û bêhn bi piyan nakeve. Ji ber ku sehê çerm e niha hemû kes vanan tercîh dikin.”

Canan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo debara xwe mecbûr e  vî karî bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemd ji Xweda re, ez debara xwe dikim. Vaye ev salek e ku ez vî karî dikim. Berî niha zilamê min pêlavfiroşiyê dikir û lawê jê min jî ji lawê xwe hînî vê meslekê bûm. A niha ez karê çitîkfiroşiyê dikim û ez debara xwe pê dikim. 4 zarokên min hene û ez li wan dinêrim û ez zarokên xwe didim xwendin.  Ji bo ez karibim debara xwe bikim ez mecbûr im bixebitim. Ez du zarokên xwe didim xwendin, yek ji wan li Stenbolê zanîngehê û yê din jî li vir dibistana navîn dixwîne. Ez mecbûr im li wan binêrim.”

Canan di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew dixwaze ku zarokên wê bixwînin û muxtacî ti kesî nebin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir