• DOLAR 32.452
  • EURO 34.466
  • ALTIN 2488.487
  • ...
Êrîşa çekdarî li Arîkarê Serokê Navçeya Licê yê AK Partiyê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Licêya Diyarbekirê êrîşa çekdarî li Arîkarê Serokê Navçeya Licê yê AK Partiyê Orhan Mercan hat kirin, di encama êrîşê de Mercan jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîşa çekdarî di wextên êvarî de li ber devê deriyê Mercanî ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve lê hatiye kirin. Mercanê ku di êrîşa ku hat kirin de giran birîndar bû li nexweşxanê digel temamê mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşê gelek esker û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji bo êrîşkar bên girtin operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir