• DOLAR 32.565
  • EURO 35.02
  • ALTIN 2423.292
  • ...
Şehîdên Sûsayê li ber serê qebrên xwe hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku ji roja hebûna xwe heta îro zulm li gelê Kurd ê Misliman kiriye di 26ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Farqîna Diyarbekirê di Gundê Sûsayê de qetlîamek wehşiyane kir. PKKyê ku dîroka wê ji zulm û zordariyê dagirtiye rûyê xwe ya wehşiyane carek din li Sûsayê  nîşan da.

PKK, di 26ê Hezîrana 1992yan de roja înê ji alîgirên xwe piştgirî sitand û cil û bergên leşkeran li xwe kir. Dûvre di ser Mizgefta Sûsayê de girt. PKKyiyên ku piştî deriya mizgeftê şikandin û dûvre têketin nav mizgeftê, piştî nimêja îşayê cemaeta ku guhdariya siyera nebî dikir bi şiklekî zorê derxistin derve.

PKK,  destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê

Di salvegera 25emîn a şehadeta şehîdên qetlîama Sûsayê de bernameyeke bîranînê hat tertîpkirin. Ji gelek bajêran gelek kes beşdarî bernamê bûn. Di bergeha bernamê de pêşî qebrê şehîdan hat ziyaretkirin û li ser qebran qala jiyana wan hat kirin. Dû re jî girse derbasî camiya ku 10 Misliman lê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin bûn.

Di dema ziyaretê de bênavber tekbîr hatin avêtin. Di dema vegotina qetlîamê de ji PKKê lenet hat xwendin. Piştî nimêja esrê ya ku hat edakirin re bername bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir.

Îlahiyatnas Huseyîn Sudan di bernamê de axavtinek kir. Sudan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir rêya xwedî derketina mîrasa şehîdan ji wek jiyana şehîdan derbas dibe.

 "Şehîdên camiya Sûsayê ji teref dijminên Qur'anê ve hatin şehîdkirin"

Piştî axavtina Sudanî, Mela Munîr Şanli jî di derheqê girîngiya rojê de axavtinek kir. Şanli diyar kir pêxember û kesên ku tabi'ê wan bûne her tim bedel dane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di warê şehîdbûna kesên ku li camiya Sûsayê hatin qetilkirin de şek û şibhe tuneye.Lewra wan ji bo Xweda can dan.Wek Îmam Omer, Îmam Alî, Şêx Ehmed Yasîn di riya camiyê de can dan. Şehîdên Mizgefta Sûsayê jî ji teref dijminên Qur'anê ve hatin şehîdkirin. Ew kesên ku diçûn camiyê li wê derê qala Qur'an û Resûlullah dikirin. Ew li mizgeftê hatin kuştin. Çawa ku Hz. Huseyîn û hevalên wî li Kerbalayê hatin şehîdkirin , digel temamê guherîna reng, ziman, qewm û wext zilm yek e. Şehîdên Kerbela û yên Sûsayê yek in. Doz doza Îslam û şerîatê ye. Ji ber vê yekê şehîd bûn. Sûcên wan çi bû? Dayîna dersa Qur?anê bû. Îro ew kesên ku ketine zindanan ma ne kesên ku dersa Qur'anê didan bûn? Ev camia dersa xwe ji Bedîuzzeman girtiye.(ÎLKHA)

























































Bu haberler de ilginizi çekebilir