Li Pakistanê tankera sotemeniyê teqiya: 148 jiyana xwe ji dest dan
Tankera ku li Pakistanê qulibî teqiya, di encama teqîna ku pêk hat de 148 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin bûyer li Bahawalpura Pakistanê pêk hat. Tankera ku 25 hezar lître sotemenî tê de bû qulibî û sotemenî jê herikî. 148 kesên ku hewil didan sotemeniyê ji xwe re bibin ji ber ku tanker teqiya jiyana xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)