Walîtiya Stenbolê dê destûrê nede 'Meşa jirêderketî'
Walîtiya Stenbolê ji meşa jirêderketî ya ku dê ji teref endamên LBGTÎyê ve hatibana tertîpkirin re ji ber ku civakên cuda bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dandestûr neda.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Stenbolê ve hatiye dayîn de hat ragihandin hatiye fêmkirin ku ew ê endamên LBGTÎyan meşê li dar bixin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Li gor hikma qanûna bi jimaraya 2911an muracatek ji me re nehatiye kirin. Her wiha dîsa li ser medyaya civakî ji teref camiayên cuda ve ji vê banga meşê re bertek û nerazîbûn tê nîşandan. Di encama nirxandina ku hat kirin de ew ê ji bo ewlehiya geştiyaran û ji bo mihafezekirina nîzama raya giştî dê ji vê meşê re destûr neyê dayîn.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin bila ji van bangan re îtîbar neyê kirin.(ÎLKHA)