"Eyd ji wan rojên şadî û kêfxweşiyê yên ku bi lutfa Xweda tên îhyakirinre tê gotin"
Welatîû temsîlkarên partiyên siyasî, STK û saziyan ên li Êlihê di derheqê Eyda Remezanê de peyam dan, di peyama ku hat dayîn de hat ragihandin eyd ew rojên şadî û kêfxweşiyê yên ku bi lutfa Xweda tên îhyakirin in.
Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, Miftiyê Bajêra Êlihê Turgut Erhan, Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Beşîr Şîmşek, Serokê Komîsyona Lêkolîna Ilmî yê Cemiyeta Mustezafan û Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Evdirrehman Îçlek, Mela Ehmed Varolê Endamê Îttîhadul Ulemayê û Serokê Komaleya Şefkat Eliyê, Serokê Şaxa Êlihê yê Cemiyeta Mustezafan Fevzî Aydin, Arîkarê Serokê Medya û Danasînê yê Platforma Evîndarên Pêxember Mehmet Emîn Yildiz, Kenan Çaplikê Serokê Komaleya Perwerdekarên Bi Erdem ên Êlihê, Sekreterê Giştî yê Cemiyeta Weşankar û Rojnamegerên Hewzaya Mezopotamyayê Veysî Demîr, Serokê Komeleya Çapemeniyê yê Êlihê û dîroknas Mehmet Nûrî Çelîk di peyama ku di derheqê Eyda Remezanê de dan de diyar kir ‘Eyd ew rojên şadî û kêfxweşiyê yên ku bi lutfa Xweda tên îhyakirin in, eyd roja efû û efûkirinê ye, bila eyd bibe wesîle da ku li ser erdnigariya Îslamê fitn û fesadî nemîne û bibe wesîleya rizgariya temamê Mislimanan.”(ÎLKHA)