• DOLAR 32.507
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2423.52
  • ...
Di Roja Qudsê de ji Diyarbekirê bang: Em xwe bi çiqilên dara wehdetê ve bigrin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Ji ber minasebeta Roja Cîhanê ya Qudsê  li Diyarbekirê ji teref Cemiyeta Mustezafan û Platforma Qudsa Azad ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û bang li Mislimanan hat kirin ‘Em xwe bi çiqilên dara wehdetê ve bigrin.’

Di bernameya ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir de bênvber dirûşmayên mîna ‘Ji bo zaliman bijî cehennem, Ji Amedê ji berxwedanê re hezar silav û Quds li benda Mislimanan e’ hatin avêtin.

Di destpêka bernamê de Koordînatorê Diyarbekirê yê Platforma Qudsa Azad Fîkrî Karavîl axavtina silavdayînê kir. Karavîl di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir  ew ê giringî û ehemiyeta Qudsa ya li ba wan ji temamê dinyayê re biqêrînin.

“Di pey wê pêvajoya îşxalkirina Filîstînê de Ingîlistan heye”

Piştî axavtina Fîkrî Karavîl, Berdevkê Platforma Qudsa Azad Sertaç Tekdal daxuyaniya çapemeniyê xwend. Tekdal di daxuyaniya ku xwend de diyar kir di pey wê pêvajoya îşxalkirina Filîstînê de Ingîlistan heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di Herba Ereb-Îsraîl a ku di sala 1967an de hat kirin Quds bi temametî hat îşxalkirin. Gelek welatên Ereban an rasterast an jî nerastrast destek û piştgirî dan wan wehşetên ku hatin kirin.”

“Divê em bi besîret û feraset hereket bikin û divê em xwe bi çiqilên dara wehdetê ve bigrin”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê em jibîr nekin Quds ne tenê beldeyê Ereban e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em bi besîret û feraset hereket bikin û divê em xwe bi çiqilên dara wehdetê ve bigrin. Naxwe ew ê ew êş û elmên ku  li erdnigariyên cûda derdikevin holê dê bi me Qudsa Şerîf û Mescîd-Eqsayê bide jibîrkirin. Em bangê li temamê mazlûm û mustezafan dikin da ku di vê micadelê de sefên xwe bigrin.”





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir