• DOLAR 32.32
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2308.788
  • ...
Êşa ku ev 25 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku xwediyê dîrokeke bi zilm, zordarî û qetlîaman hatiye dagirtine  di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê 10 gundiyên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan û wan şehîd kir.

PKKyê ku ji doh heta îro zilmê li xelkê Kurd dike  û êş û elemên mezin bi xelkê Kurd da kişandin  û bi baweriya xelkê Kurd re şer dike; di 26ê Hezîrana sala 1992an de di ser mizgefta gundê Sûsaya Farqînê de girt û 15 Mislimanên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan. Ev êrîşa ku tê de 10 kes şehîd bûn di dîroka Kurdistanê de  berî niha neqewimî bû. Di heyamên ewil ên Komarê de  mzigeftan kiribûn axûr, Qur’ana Kerîm hatibû qedexekirin û li hember baweriya xelkê şer hatibû vekirin. Lê di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Kurdistanê ji teref di ser mizgeftê de hatibû girtin  û bi şikleke girseyî qetlîam hatibû kirin.

Di qetlîama ku hat kirin de  4 birayên bi navê Zekî, Medenî, Mehmet Mekî û M. Saîd Fîdanci hatibûn qetilkirin. Digel ku 25 sal ji ser qetlîamê derbas bûbe jî dê û bavê van birayan êş û elamên zarokên xwe jibîr nakin. Dê Remziye û bav Mustafa Fîdanci ji ber ku salvegera şehadeta lawên wan nêz bûye di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên.

“Digel temamê zext û zordariyên PKKê  lawên min ji baweriya xwe qet tawîz nedan”

Dê Remziye Fîdanciya ku di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anî ziman diyar kir lawên wê digel dostên xwe dîqqet dikirin da ku li mizgeftê îbadetên xwe eda bikin. Dê Fîdanci dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Exlaqên lawên min pir baş bû, digel temamê zext û zordariyên PKKê  lawên min ji baweriya xwe qet tawîz nedan. Ez bi wan ser bilindim ku min wan di oxira dînê Îslamê de feda kiriye. Derdên lawên min Doza Îslamê bû. Lawên min nimêja xwe dikirin û rojiya xwe digirtin. Du zarokên min ji min re digotin ‘Feydeya dinyayê tuneye, înşallah li memleketê me Îslam hakim.’ Min jî ji wan re got ku em vê hakimbûnê nabînîn. Ew jî ji min re gotin ‘ Êdî ma em ê bibînin, êdî kî ji me biçe û dilopek xwîna Mislimanan biherike ew ê hejmera Mislimanan bibe bi hezaran. Kî me bikuje û were ser fikra Îslamê ew jî birayên me ne, eleqeya xwe bi wan re qut nekin.”

“Hemd ji Xweda re ku lawên min di oxira Xwedê de şehîd bûn.”

Dê Remziya Fîdanci di berdewama axavtina xwe de diyar kir qala meseleya çawabûna şehadetê ya di navbera wê û lawê wê yê bi navê Zekî kir û dû re wiha go: “Hemd ji Xweda re ku lawên min di oxira Xwedê de şehîd bûn.”

Bav Mistefe Fîdanci di derbarê  mijarê de diyar kir hêj êş û elama 4 lawên wî di dilên wan de ye û dû re jî qala  zext û zordariya ku PKK li ser gundiyên ku diçûn mizgeftê kir. Bav Fîdanci diyar kir kesên ku têkiliya wan bi PKKê re hebûn  her tim gefê li me dixwarin û dû re jî qala şeva şehadeta lawên xwe kir.

“Em ê tevakan di camiyê de bikujin”

Bav Mistefa Fîdanci di destpêk axavtina xwe de diyar kir dema ku lawên wî li mizgeftên bûn wî  ji wan re şîret dikir da ku yekî li derve nobedar deynin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Roja ku dê qetlîam bibe ez li nav erdan bûm. Ber êvarî re dema ku karê min qediya û min nimêja xwe êvarî kir. Dû re em hêdî hêdî vegeriyan mala xwe. Dema ku em di rê hatin mi nihêrt di nav tutinan de çend kes xuya kirin û ji hev re digotin ‘Ma em wan bikujin’ ê din digot ‘Na bila bimîne, em ê tevakan di camiyê de bikujin.’ Lawê min Muhammed Seîd di pêşiya min de diçû, wî van gotina nebihîst, lê min û lawê min Zekî me bihîst.”

 “Digotin: Ka tê digot Allah-u Ekber, bila Allah-u Ekber were tê xelas bike!”

Bav Fîdanci di berdewama axavtina xwe de  wiha axivî: “Beriya qetlîamê ji gundiyan kesek ji PKKyiyan re got ‘Lawê min jî di nav wan de ye û hûn wî bikujin jî dev ji wan bernade. Dema ku hûn êrîşî camiyê bikin xeberê bidin me, em wê şevê wî derxin derve û hûn jî tevekan bikujin.’ Min qet nedifikirî ku li gundekî Misliman tiştek wisa bê kirin. Beriya êrîşê PKKyiyek li ber camiyê xwe veşartiye û dinêre ka çend kes û kî dikevin camiyê. Dema ku destê kesên di camiyê de girê didin kesekî bi navê Evdissemat benê destê xwe vedike û direve. Em jî li mêvandariyê bûn. Şehîd Hecî Ehmed Kantar  ji me re got ku ji ber cilên eskeran li ser PKKyiyan in ew cendirme ne. Hetta çû ba ‘eskeran’ da bibêje yên di camiyê de feqîr û xerîban in. Çawa çû ber camiyê kesek ji wanên ku hatibûn êrîşê got ‘vî jî bigrin ev jî ji wan e’ û dû re destên wî jî girê dan. Ez û digel Mela Hisnî hatin ba camiyê. Ew li pêşiya min bû û min ber bi dîwar ve kişand. Dema ku me li mizgeftê nihêrt me dît ku didin pey Şehîd Huseyîn. Kesên ku didan pey Hiseyn jê re digotin ‘Ka tê digot Allah-u Ekber, bila Allah-u Ekber were tê xelas bike.’ Ji ber van gotinên wan Şehîd Huseyîn tekbîr anî û got ‘Allah-u Ekber.’ Hema di cî de wî şehîd kirin.”

“Wê rojê 4 lawê min şehîd bûn”

Bav Fîdanci di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKKyî wê şevê ji bo malên wan bişewitînin bi xwe re benzîn anîbûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên di camiyê şehîd kirin. Em çûn ser serê şehîdan , tu çekê me tunebû. Min ji kesê li kêleka xwe re got ku birîndaran kontrol bike û dû re me ji bo wesayîtê li şoferekî geriya. Wesayîta me hebû lê şofêr tunebû. Ez çûm çend malan ji tirsan şofêr nedan me. Ez çûm mala mixtar da ku ez xeberê bidin naskiriyê xwe, lê li wir jî xeta telefonê qetandibûn. Bi vî awayî wê rojê 4 lawê min şehîd bûn.”

“Ez kengî serê xwe dideynim li ser balgehê, bi seatan nikarim razim”

Bav Fîdanci di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew qetilkirina lawên xwe ji bîr nake û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez kengî serê xwe dideynim li ser balgehê, bi seatan nikarim razim. Xweda Teala vê yekê ji wan kesên zulimkar re nehêle. Ew kesên zilimkar di mala Xweda de  însanên bi destnimêj ên ku nimêj dikirin û Qur’an dixwandin qetil kirin.”

Li Sûsayê çi bû?

PKKyê ku ji roja hebûna xwe heta îro zulm li gelê Kurd ên Misliman kiriye di 26ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Farqîna Diyarbekirê di Gundê Sûsayê de qetlîamek wehşiyane kir. PKKyê ku dîroka wê ji zulm û zordariyê dagirtiye rûyê xwe ya wehşiyane carek din li Sûsayê  nîşan da.

PKK, di 26ê Hezîrana 1992yan de roja înê ji alîgirên xwe piştgirî sitand û cil û bergên leşkerî li xwe kir. Dûvre di ser Mizgefta Sûsayê de girt. PKKyiyên ku piştî deriya mizgeftê şikandin û dûvre têketin nav mizgeftê, piştî nimêja îşayê cemaeta ku guhdariya siyera nebî dikir bi şiklekî zorê derxistin derve.

PKK,  destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir