"Roja Qudsê" roja li dijî Amerîka û Siyonîzmê sekinînêye
Ji ber ku îna dawî ya meha Remezanê 'Roja Qudsê ya Cîhanê' ye dê li gelek welatan bernameyên cûrbecûr tên tertîpkirin û bal tên kişandin li ser zilma emperyalîzma Amerîkaû Siyonîstan.
Berî vê 38 salan piştî ku çend seat ji ser pêk hatine Înqilaba Îslamî ya Îranê re ji teref Ayetullah Îmam Humeynî ve ferman hat dayîn da ku Konsulxaneya Îsraîl bê bidestxistin. Piştî vê fermanê di 11ê Sibata 1979an de Balyozxaneya Îsraîlê hat bidestxistin û avahiya balyozxaneyê ji xelkê Filistînê re hat teqdîmkirin. Her wiha tabelaya avahiyê jî wek ‘Balyozxaneya Filistînê’ hat guhartin.
ji bo bal bên kişandin li ser îşxala Filistîn, Quds û Mescîd-î Eqsayê ji teref Îmam Humeynî ve îna herî dawî ya meha Remezanê wek ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ hatibû îlankirin û Misliman jî ji vê yekê re desteka xwe îlan kiribûn. Ji ber vê yekê di vê rojê de digel welatên Îslamî her wiha li welatên Ewrûpayê jî ji teref Mislimanan ve xwepêşan û bername tên tertîpkirin.
Serokê Berê yê Şaxa Siyasî yê HAMASê Xalid Meşal di daxuyaniya ku di derheqê vê gava ku ji bo azadiya Qudsê hatiye avêtin de dabû de wiha gotibû: “ Îmam dirûşmaya îro Îran sibe Filistînê diqêrîne û ji bo Misliman li dora Qudsê li hev bicivin ji ‘Roja Qudsa Cîhanê’ vedixwîne.”
Rêberê Cemaeta Hîzbullah jî di daxuyaniya ku di derbarê mijarê dabû de wiha gotibû: “
Civak di vî warî de ji bo bi şûir bibe divê bê agahdarkirin ku ev yek girînge. Ji ber vê minasebetê di wê îna herî dawî ya Remezanê ya ku Îmam Humeynî wek ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ îlan kiriye de divê Misliman li dijî siyonîzm bername û xwepêşanan li dar bixin û him siyonîzm û him Amerîkaya ku destekê didiyê şermezar bikin da ku sefên xwe diyar bikin.”
Ji ber vê minasebetê HAMAS îna sibe ‘Îna Hêrsê’ îlan kir û bang kir da ku li sînora Xazzê xwepêşaneke mezin bê tertîpkirin.(ÎLKHA)