Ji bo 'Roja Qudsê ya Cîhanê' bang
Sibeji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.
Hat daxuyandin ji teref Platforma Quds Azad û Cemiyata Mustezafan ve sibe ji bo bal bên kişandin li ser rewşa Mescîda Eqsa ya ku qibleya ewil a Mislimanan e û di bin îşxala îsraîla siyonîst de ye û ji bo bal bê kişandin li ser zilm û qetlîamên ku tên kirin dê li Diyarbekirê bernameya fitarê bê tertîpkirin.
Bername dê di seat 19.00an de li Qada Şêx Seîd bê tertîpkirin û hemû kes vexwendiyê vê bernamê ye.(ÎLKHA)