Li Bidlîsê qezaya trafîkê: 3 mirî 8 birîndar
Di qezaya ku li Bidlîsê pêk hat de3 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin qeza li ser Rêbeje Bidlîs-Tetwanê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otomobîla bi pleqeya 13 KD 332 a ku ajokarê wê Ercan Aydogdu bû û otomobîla bi plaqeya 23 FS 218 a ku ajokarê wê Qadîr Sarigul bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de Qadîr Sarigul, Gulistan Aydogdu û Fatîh Yalvaç jiyana xwe ji dest dan û kesên bi navê Ercan Aydoğdu, Emîrcan, Abdulsamet, Edanur, Gamze û Ahmet Aydogdu û her wiha Yusuf Aktaş û keseke ku navê we nehatiye hînbûn birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê û di derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)