"Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye"
Serokê Karên DiyanetêGormez destnîşan kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye.
Serokê Karên Diyanetê ji ber minasebeta Şeva Qedrê ya ku dê di şeva ku çarşemê bi pênçşemê ve girê dide de bê îdrakkirin peyamek weşand.
Gormez di peyama ku weşand de ji ber ku wan gihaştindiye şeveke wisa bi bereket û izzet ji Xweda re şikir kir û diyar kir temamê alema Îslamê û mumin vê şevê pîroz dikin.
Gormez diyar kir Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şeva Qedrê şeveke ku qedrê temamê însanetiyê zêde dike ye .Lewra Xweda bi wê Qur’an ku di vê şevê de şandiye me muxatab girtiye û bi Îslamê însanetiyê bi şeref kiriye. Qadîr tê maneya izzet, şeref, nirx û îtîbarê. Însan bi qasî ku qedr û qiymeta vê nimetê zanibe ew ê qiymeta xwe zêde bike. Wek însan riya li ba Xweda qezenckirina qedr û qiymetê ji wek însan zanîna qedr û qiymeta hev derbas dibe.”
Gormez di berdewama peyama xwe de diyar kir ew ji Xweda hêvî dike ku bigihijin gelek Şevên Qedrê û gelek eydan.(ÎLKHA)