• DOLAR 32.468
  • EURO 34.551
  • ALTIN 2474.68
  • ...
KerwanaÛmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê li Stenbolê ye ji ber minasebeta eyda Remezanê li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran kesên feqîr, jar, yetîm û hewcedar re alîkariya erzaqê  hat kirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Ûmudê Evdilqadir Yeşîlmen di derbarê alîkariya ku hatiye kirin de destnîşan kir ji ber ku ew xwestine rewşa xelkê di cihê wê de bibînin û bi vê aramancê ew bi xwe hatine heremê û li gelek deran geriyane. Yeşîlmen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  “Di çarçoveya vê aramancê de em pêşî  çûn Midyada Mêrdînê û ji wir jî derbasî Kerboran û Nisêbînê bûn. Me li halê hilweşandî ya Nisêbînê dît û mehzûn bûn. Me dît ku ji 12 taxan tev de 6 tax  tarumar bûye. Bi vê wesîlê me halên welatiyên xwe yên ku mexdûr bûne muşahede kir. Me bi wan re axivî û derdê wan guhdar kir Me rewşa malbatekê dît di rewşeke pir xirab de bû. Belê li Stenbolê jî malbatên mexdûr hene, lê ne bi halê vê derê ye. Em perîşan bûn. Baş e ku em hatin. Dû re em derbasî Şirnex û Cizîrê bûn.”

Yeşîlmen di dawiya axavtina xwe de diyar kir  rayedarên wan ên  li Diyarbekirê jî di çarçoveya xebatên alîkariyê de ji 2 hezar û kesan alîkarî hatiye kirin.(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir