Operasyona tiryakê: Zêdetirî 200 kesan hatin binçavkirin
Di operasyona tiryakê ya ku li Enqerê hat lidarxistin de ji zêdetirî 200 kesan hatin binçavkirin.
Hat ragihandin li Enqerê operasyona herî mezin a tiryakê hat lidarxistin, di encama operasyonên tiryakê yên ku hatin lidarxistin de ji zêdetirî 200 kesan hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di encama xebateke 6 mehane bi beşdarbûna 3 hezar polêsan li Enqerê di ser 250 malan de hat girtin. Di encama serdegirtinan de zêdetirî 200 şikdarî hatin binçavkirin.
Midûrê Ewlehiya Enqerê Mahmut Karaaslan di derbarê operasyona ku hat lidarxistin de diyar kir ew ê dûv re daxuyaniyeke berfireh bidin.(ÎLKHA)