Wesayîta polêsan û mînîbûs li hev qelibîn: 3 mirî 13 birîndar
Li Diyarbekirê wesayîta polêsan û mînîbûs li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de3 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes birîndarbûn.
Qeza di derdora seat 17.30an de li nêzî Gundê Mermera Licê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin mîdîbûsa bi zirx a ku polêsên tîma taybet ên ku diçûn operasyonê hebûn û mînîbûsa gund ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn.
Di qezaya ku pêk hat de zarokeke di navbera temena 8-10 salan de jî di nav de tev de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)