• DOLAR 32.507
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2429.722
  • ...
Malbata ku li rasta şiddeta polêsan hat qala wan demên dehşetê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Efraîm Yakar piştî ku li Stenbolê ji karê xwe derket û berê xwe da mala xwe  li Gungorena Stenbolê di wextê fitarê de ji teref polêsan ve  wesayîta wî hat sekinandin  û hat derb kirin, dû re jî îşkence lê hat kirin.

Yakar di daxuyaniya ku di derbarê mijarê da de destnîşan kir  bûyer li ber devê deriyê wî qewimiye û wiha axivî: “ Trafîk gelek zêde bûbû qelebalix, mala min jî li hember bû. Cîranên min tev li min dinihêrtin. Min ji wan re got ‘ haya wan jê nîne lê hûn  min rencîde dikin’ û min wan îqaz kir. Ji ber vê yekê polêsan xeberên nexweş gotin û gotin ku ‘em wezîfeya xwe dikin. Ger pêwîst be em ê heta şeveqê jî tafîkê bidin sekinandin, tu kes nikare tiştekî bibêje.’ Min ji memur re got ku qey hûn li bombê digerin, ji fitarê re 10 deqîqe maye, bihêlin ez biçim. Ji ber vê gotina min polêsan berê xwe dan min û bi şiklekek tund qirika min girtin û kelepçe li destê min xistin.”

 “Di nava wesayîtê de jî derb kirin”

Yakar di berdewama axavtina xwe de diyar kir hêj wî fêm nekiriye çima lê dane û wisa li axavtina xwe zêde kir: “  Xaza îsotan berdan rûyê min  û min derb kirin. Dêya min, xanima min û zarokên minên ku bi bûyerê hesiyan hatin cihê bûyerê. Min tenê dengan dibihîst û wan kurmên ku li min dida dihesiyam. Dû  re min li wesayîta ekîbê siwar kirin. Hevlingê kin yê ku tewefuq ji cihê bûyerê derbas dibû mudaxilî  bûyerê bû. Dû re wî jî binçavkirin. Me digel hev li wesayîtê siwar kirin. Hazirê 15 deqîqeyan di wesayîtê de me derb kirin.”

 “Lawê min hûn terorîst in! Rojiya ku hûn ê bigrin qebûl nabe!”

Yakar her wiha diyar kir di heta ku wan birina Amîrtiya Buroya Dewriyê ya Bagcilarê polêsan wanan derb kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di rê azana şerîf xwend. Me ji wan re got ku em bi rojî ne, ji bo Xwedê wisa nekin. Lê polêsan ji me re gotin ‘Lawê min hûn terorîst in! Rojiya ku hûn ê bigrin qebûl nabe.’ Û dû re dîsa li me dan. Di rê de dema ku em diçûn ji polêsan polêsek got ‘copeke kin bidin min ez nikarim bi vê copê lê bidim.’ Û dû re bi wê copa kin li serê me dan. Ji me re gotin ‘Em nikarin di wesayîtê de baş li we bidin, heta ku em derbasî amîrtiyê bibin hûn ê lêdanê bibînin.’ Wisa gefan li me xwarin. Tu lêdan li zora min neçû, lê ew sihefên ku li xwişk û diya min kirine pir zora min çû.

Yakar herî dawî diyar kir polês hingî ew qas zêde dijwar li min didan ku tiliya yekî ji wan şikest.

Selma Yakara ku xanima Efraîm Yakarî ye û ji bûyerê re bûye şahid di derbarê mijarê de diyar kir digel ku zilamê wê bi rojî bû xaza îsotan berdabûne rûyê wî û ji devê wî kef dihat.

Gulşen Yakara ku diya Efraîmî ye jî diyar kir polêsan wê bi erdê ve xişiqandine, serê wê li erdê dane û pora wê kişandine.

Kesa bi navê Yildiz Gezer jî diyar ji ber ku ew dengê xwe ji bûyerê re kiriye polêsên sihêf û xeberên nexweş ji wan re gotine.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir