• DOLAR 32.56
  • EURO 35.016
  • ALTIN 2434.696
  • ...
Di derheqê şiddeta polêsan de lêpirsîn hat destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn di wan rojên borî de di wextê fitarê de Efrahîm Yakar û diya xwe li Stenbolê li rasta şiddeta polêsan hatin û îşkence li Efrahîm Yakarî hat kirin. Ji teref Wezareta Karên Hundir ve di derheqê wê bûyera şiddet û îşkenceyê ya ku li Stenbolê ji teref polêsan ve hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin û ji bo bûyerê mufettiş hat tayînkirin.

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyukê ku  şopînerê bûyerê ye û di derheqê geşedaniyên dawî de agahî da di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Berî vê du rojan li Bagcilara Stenbolê  yekîneyên Yunusên Motorîze (polêsên bi motosîklet)  muamele û îşkeneceya li welatiyên me kirin ku di derheqê vê yekê de taqîbata me berdewam dike. Me hewil da da ku ev polêsên ku vê yekê li welatiyên me kirine derkevin hember darazê ku ev hewildanên me netîce dan. Ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji terefê me re hat teblîxkirin ku di derheqê bûyerê de mufettîş hatiye tayînkirin.”


Elîbuyuk di berderwama axavtina xwe de diyar kir ev cûr bûyer zirarê didin aştiya civakî û wiha got: “ Divê hemû kes bi dîqqet be û divê li dijî van bûyerên  bê deng neyê mayîn. Divê ew sevên xerabûyî yên di nava ewlehiyê de miheqqeq bên neqandin. Wek partiyê helwesta me ya li dijî van bûyeran eşkere ye.Em hêvî dikin ku cardin bûyerên wisa neqewimin û li dijî van bûyeran bêdeng neyê mayîn.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir