• DOLAR 32.598
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2509.425
  • ...
"Bi xetkêşan sînorên sûnî di naveyna me de hatin xêzkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Erxaniya Diyarbekirê ji teref Serokatiya Navçê ya Erxaniyê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Temsîlkarên STK, rîspî, partiyî û gelek kesên vexwandî beşdarî bernamê bûn.

“Bi xetkêşan sînorên sûnî di naveyna me de hatin xêzkirin”

Yilmaz di  axavtina xwe ya ku di bernamê kir de balan kişand li ser mişkîleyên di nav alema Îslamê de û çareseriya wan. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çi wextê ku hakimbûna Îslamê ya li ser rûyê erdê hat betalkirin wê demê  bi leystikên emperyalîstan, bi xetkêşan sînorên sûnî di naveyna me de hatin xêzkirin û hêz hatin belavkirin. Ev jî ne bes bû gelek mijar û meseleyên ku bûn sedema fitnê di nav cografyaya Îslamê de hiştin. Îro mişkîle û problema Mislimanan ne bi dijminên Îslamê re ye bi Mislimanan re ye. Misliman bi Mislimanan re pev diçe. Hêj roja borî Siûd bi 300 ilyar dolaran çek stand. Van çekan ji bo kî stand? Welatên derdora wî tev Misliman in, divê em vê yekê baş bifikirin.  Divê ev sînorên sûnî demildest ji nav me bên rakirin. Divê em cardin bibin xwediyê şiûra ummetbûnê.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir