• DOLAR 32.365
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2324.805
  • ...
"Ger em ji hev re ne bi merhemet bin dê tu kes destê xêrê dirêjî me neke"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Navçeya Farqînê ya HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temelê ku beşdarî bernameya fitarê ya partiya xwe bû di bernamê de  diyar kir di  rojên dawî yên Remezanê de divê zêdetir îbadet bên kirin.

 “Ger em xwe  rihen  xelas bikin em ê wê demê bi rastî jî xelas bibin”

Temel di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê em ji Şeva Leyletul Qedrê îstîfade bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew roja ku me tê de li qata Xweda rizgariyê bi dest xist hi ji bo malbat û xizmên me û him jî ji bo  memleket û me hemiyan eyd û cejna rastî ye. Ger em xwe  rihen  xelas bikin em ê wê demê bi rastî jî xelas bibin. Çi wextî me berê malbata xwe da xêr û qenciyê  wê demê em ê malbat û eşîra xwe jî xelas bikin.”

 “Bi qelbeke pak û tahir  em îbadetên xwe îhya bikin”

Temel di berdewama axavtina xwe de qala êş û elemên ku alema Îslamê dikşîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Birayên me yên hêja! Ummeta Îslamê îro di haleke perîşan de ye. Her derên me di rewşeke perîşan de ne.  Em ji hêla maddî û manewî ve hilweşiyane. Li ser axên Îslamê her roj dengê çek, roket, mûşek û balafiran kêm nabe. Ev musîbet û derd ji me ne. Xweda di ayeta kerîm de dibêje ‘ Hemû neqenciyên ku tên serê wan ji ber wan kiryarên ku we berî niha kiriye ye.’ Em meha Remezanê wek firsetekê bibînin û bi taat û îbadetê derbas bikin. Bi qelbeke pak û tahir  em îbadetên xwe îhya bikin da ku malbat, mal û memleketê me ji vê zilmê xelas bibe. Encax em dikarin he vxelas bikin. Xweda şahidê ger em ji hev re ne bi merhemet bin dê tu kes destê xêrê dirêjî me neke.”

Temel di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê em li dijî neqenciyê wek keljê bin û wiha got “Divê Farqîn bibe kelha Remezan, Qur’an û Îslamê.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir